125 jin û zarokên DAIŞê ji kampa Holê hatin berdan

Bêhtir ji 125 jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê ya li başûrê rojhilatê Hesekê hatin berdan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li ser daxwaza rûsipiyên hozên Ereb yên deverê bêhtir ji 125 jin û zarokên DAIŞê yên ji Minbicê ne ji kampa Holê hatin derxistin.


Kampa Holê di kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, heta niha ew nûçe piştrast nekirine.


Di meha Hezîrana bûrî jî, Rêveberiya Xweser li ser daxwaza hozên Ereban 800 jin û zarokên DAIŞê ji kampa Holê ya serbest berdabûn.


Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ye. zêdetir 70 hezar ji penaberên Îraqî û koçberên Sûriyê û malbatên DAIŞê yên di dema dawî de ji Baxozê derketibûn lê bich dibin.

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in