11 Adar: bo başûr rojeke dîrokîye

Îro ji bo Başûrê Kurdistanê du hilkeftên giring hene: Rêkeftina 11ê Adarê û Raperîna Hewlêrê

Îro hem salvegera serhildana Hewlêrê ye ku li Başûrê Kurdistanê weke Raperîn tê naskirin, û hem salvegera rêkeftina 11 Adarê ye ku di navbera tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Iraqê de hat îmzekirin.

Ew rêkeftin yekem danpêdana rejîma Beis bi mafên Kurdan li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bû. Rêkeftin berî 49 salan ji aliyê Ehmed Hesen Bekir ve li Bexdayê hat xwendin.

Siyasetvanê navdarê Kurd, Mehmûd Osman ku di danûstandinên rêkeftina 11ê Adarê de beşdar bûye, di vê fîçerê de behsa vê rêkeftinê dike, herwiha kesên bi temen ên Hewlêrê jî behsa rêkeftina 11ê Adarê û bûyerên piştî wê dikin.

Rêkeftina 11 Adara 1970an, encam û berhema Şoreşa Eylûlê (Îlonê) ya Tevgera Rizgarîxwaza Başûrê Kurdistanê ya bi serkirdatia Mele Mistefa Barzanî bû, ku piştî çendîn salan ji şer û pevçûnên giran, hikûmeta Iraqê li bermaber şoreşa Kurdî neçar bû ku dest bi danûstandinê bike.

(Rûdaw/ K24)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?