10 hezar twîtt ji bo Zimanê Kurdî!

Platforma Zimanê Kurdî û bi sedan hezkiriyên kurdî êvara 8'ê mehê saet 21'ê de di tora civakî Twitterê de tagek vekir.

Platforma Zimanê Kurdî û bi sedan hezkiriyên kurdî êvara 8'ê mehê saet 21'ê de di tora civakî Twitterê de tagek vekir. 

Taga bi navê "Bi kurdî binivîse" hat vekirin gelek bal kişand û bi hezaran twittên bi kurdî hatin nivîsandin. 

Di dema ku tagê dest pê kir û pêre de bi hezaran twitt hatin belavkirin û di wê kêliyê de taga "Bi kurdî binivîse" di nav tagên herî zêde deng didin de heta rêza 5'an jî hat.

Di saetên dû re de jî kurdan di tagê de bi kurdî twittên nû belavkirin û dema saet ber bi 12'yê şevê ve diçû hejmara twittên ku di tagê de hatine belavkirin derket bi ser 10 hezar hebî.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?