Sersaxî û Xemgînî!

Sersaxî û Xemgînî!

.

A+A-

Mixabin me îro (29ê sibatê 2024) bi xemgîniyek mezin bihîst ku hevalê me Newzad Bayram, ji ber nexweşîyê li Almanyayê koça dawî kirîye.

Gorbihuşt Newzad kurê Yusuf Bayram (Sofî) bû û ew biraziyê kekê A. Rahmanê Gundîkî ye.

Sofî welatparêz, têkoşer û pêşmergeyekî dilêr yê rizgarîxwazîya neteweyî bû. Ew endamê Partîya Demokrat ya Kurdistana Turkîye (PDKT-KUK) bû. Ji xortanîya xwe de beşdarî nav Şoreşa Îlonê ya Kurdistana Iraqê bûbû. Di Bahara 1987an de, gava artêşa Iraqê teva 500 cahşî êrîşî ser liqê yekê kir, yek ji wan pêşmergên bi qahremanî beşdarî nav vî şerî bûye jî Sofî bû û ew di vî şerî de birîndar bû. Xebat, ked û xizmeta Sofî di dema Qiyada Muwaqet jî berdewam kir. Wî gelek caran mil bi mil bi pêşmergeyên Şoreşa Kurdistana Iraqê li dijî hêzên dewleta iraqê bi qehremanî şer kirîye û bi vê helwesta xwe sînorên ji alîyê dewletên kolonyalîst yên nava beşên Kurdistanê nas nekirîye.

Di Newroza sala 1978 de, di nava Sofî û hêzek leşkerê dewleta Tirkîyeyê de şerekî dijwar çê bû. Sofî li hemberî wê hêza leşkerî ya dewletê du roj û şevekî di ber xwe da û şehîd ket. Dewleta kolonyalîst cenazeyê Sofî neda malbatê. Gava rojnamevan Gunay Aslan li ser kesên ji alîyê dewletê hatibûn kuştin û cenazeyên wan avêtibûn ”Dola Qesaban” dinivîsîne, di nav lîsteya wan kesan de, navê Yusuf Bayram (Sofî) jî derbas dibe. Bi vê wesîleyê, em carek din şehîdê nemir Sofî û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bila rahma Xwedê li heval û hogirên me yê hêja Newzad be, bila mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be.

Bila serê hevalê A. Rahman, malbatê, meriv, heval û hogirên gorbihuşt sax be.

Em xem û êşa malbatê par ve dikin.


Partîya Welatparêzên Kurdistanê
PWK- Ewropa

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin