Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zengilê sala nû ya perwerdehiyê lê dide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê zengilê sala nû ya perwerdehiyê lê dide

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistaneke bajarokê Şeqlawa ya ser bi Hewlêrê ve zengilê sala nû ya perwerdeyê lê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li dibistana Şehîd Îbrahîm Sebah Nasir li bajarokê Şeqlawa zengilê sala nû ya perwerdehiyê da.

Sala borî mamoste Îbrahîm Sebah Nasir dema amadekariya vekirina dibistana Sorke li Şeqlawa dikir bi elektirîkê canê xwe ji dest da, piştre Wezareta Perwerdeyê biryar da navê wê dibistanê biguhêre û bi wî mamosteyê şehîd (Şehêd Îbrahîm Sebah Nasir) bi nav bike.

Berdevkê Wezareta Perwerde Salam Sêweylî ji K24ê re ragihand, îsal perwerde li hemû dibistanan û ji bilî roja Înê li hemû rojên hefteyê destpê dike.

Berdevkê Wezareta Perwerde diyar kir jî, biryar hatiye dayîn, divê hemû mamoste, xwendekar û karmendê perwerdeyê mask bi kar bînin, her kesê pabend nebe jî, dê rênimayên pêwîst li hemberê werin girtin.

Di wê derbarê de Wezareta Perwerde ragihandibû, wek qonaxa yekem, Wezareta Perwerde 2 milyon û 500 hezar mask û 50 hezar madeyên pakirinê ji dibistan û navendên perwerdehiyê re peyda kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin