Serokwezîr Barzanî: Heke hêviya me ji Bexdayê bişikê...

Serokwezîr Barzanî: Heke hêviya me ji Bexdayê bişikê...

Piştî civîna Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Heta niha jî em ne bêhêvî ne, lê heke em bêhêvî bibin, em ê şêwra gel bistînin.”

A+A-

Piştî ku doh 3yê Adarê Parlamentoya Iraqê bêyî guhdana daxwazên kurdan budçeya Iraqê pesend kir, îro 4ê Adarê Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê li ser mijarê bi awayekî awarte civiya.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî ya piştî civîna Desteya Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Heta niha jî em hîn bêhêvî nebûne û em dibêjin rê heye em pirsgirêkan çareser bikin, lê eger em bêhêvî bûn em ê bi eşkere ligel gelê Kurdistanê gotûbêj bikin."

Barzanî da xuyakirin, "Ji ber ku pişka dadperwerî ya Kurdistanê di budçeyê de nehatiye cîbicîkirin gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê pir nîgeran in."

Nêçîrvan Barzanî destûra Iraqê wekî rêya çareseriyê destnîşan kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê got, "Helwesta me nehatiye guhertin û em dixwazin pirsgirêkên ligel Bexdayê bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

Barzanî da zanîn, ew dê piştî gotûbêjkirina bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re biryara xwe bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin