Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: Divê wexta serîlêdana dersa bijarte ya kurdî bê dirêjkirin

Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: Divê wexta serîlêdana dersa bijarte ya kurdî bê dirêjkirin

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk daxwaz kir ku dema dersên bijarte yên kurdî heta 1ê Adara 2024ê bê dirêjkirin û bang li malbatên kurd kir ku ji bo dirêjkirina dema serlêdana dersa hilbijartî ya kurdî serî li rêveberiya dibistanan bidin.

Banga Mustafa ozçelîk wiha ye: 

Divê wexta serîlêdana dersa bijarte ya kurdî bê dirêjkirin

Serîlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî roja 12.02.2024ê bidawî tê.

Aşkereye vê wextê têrê nekirîye ku, malbat ji bo zarokên xwe, serîlêdana dersa bijarte bikin.

Divê hemû parlamenterên kurd, li gel Wezîrê Perwerdeyê û hemû alîyên peywendîdar hevdîtinan bikin da ku wexta serîlêdana dersa bijarte ya kurdî heta roja 01.03.2024ê bêdirêjkirin.

Divê hemû malbatên kurdan jî daxwaza xwe pêşkêşî revebirên dibistanan bikin ku wexta serîlêdanê bêdirêjkirin û divê ji bo zarokên xwe dersa kurdî ( kurmancî, kirdkî/ zazakî) hilbijêrin.

09.02.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin