Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:  Em Damezrandina DÎAKURDê Pîroz Dikin

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Em Damezrandina DÎAKURDê Pîroz Dikin

.

A+A-

Konfederasyona Kurdên Diasporayê(DÎAKURD) roja 22.01.2022yê, li bajarê Stockholm a paytextê Swêdê kongreya xwe ya damezrandinê li dar xist û damezrandina xwe îlan kir.

Em wek PAK, bi zelalî aşkere dikin ku, kîjan dezgeh, kîjan kesayet, kîjan partî yan jî rêxistin , li dîasporayê ji bo berjewendîyên miletê Kurd, ji bo berjewendîyên gelê Kurdistanê, ji bo parastina nasname û nirxên neteweyî, niştimanî, ji bo piştgirîya doza meşrû ya gelê Kurdistanê kevirekî dane ser kevirekî , emê her piştgir û alîkarên wan bin.

Li dîasporayê potansîyeleke neteweyî, niştimanî ya gelekî mezin heye û heyf û luks e ku ev potansîyel belawela bimîne. Pêwîstî pê heye ku ev potansîyela di nav encumenek/nevandek/koordînasyoneke yekgirtî, hevbeş de bibe yek.

Sebebên wê çi dibin bila bibin, DÎAKURD û Konfederasyona Rewenda Kurdistanî nuha wek du dezgehên cuda ava bûne. Lê belê, bi hişmendî, helwest û însîyatîfeke maqûl û çêker, dikare rê li ber yek kirina van herdu dezgehan bê vekirin.

Ji bo ku DÎAKURD, Konfederasyona Rewenda Kurdistanî û potansîyel û xebatên wek hişmendî nêzî van herdu dezgeha ne, di nav yek dezgeha dîasporayê de bibin yek; em bangî hemû damezrenêr, rêvebir û dilxwazên Konfederasyona Rewenda Kurdistanî û DÎAKURDê û bangî potansîyel û xebatên wek hişmendî nêzî van herdu dezgeha ne dikin, da ku bi awayekî şefaf kêmayîyên xwe jî bibînin , bêyî pêşhukmî bêne cem hev û ji bo yek kirina van xebatan gavên pêwîst bavêjin, mizgînîyê bidin gelê me.

Weke tê zanîn xebata DÎAKURDê jî, ya Konfederasyona Rewenda Kurdistanî jî, bi piştgirîya Birêz Serok Mesûd Barzanî destpêbibûn. Ji ber vê rastîyê, em di wê bawerîyê de ne ku, Birêz Serok Mesûd Barzanî çawa ku piştgirîya damezrandina Konfederasyona Rewenda Kurdistanî kir, ya maqûl ewe ku piştgirîya damezrandina DÎAKURDê jî bike. Herweha em di wê bawerîyê de ne ku, ji bo li ser prensîbên neteweyî, niştimanî pêkanîna encumenek/navendeke yekgirtî, hevbeş ya li diasporayê, îro hîna zêdetir barekî dîrokî dikeve ser milên Birêz Serok Mesûd Barzanî jî.

PAK ji bo xebatên cuda cuda yên ku li dîasporayê têne meşandin vê rêbazê pêşniyar dike: ‘’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin, bila dijminatîya hev nekin".

Daxuyanîyên rêvebirên DÎAKURDê yên di kongreya wan de û yên piştî kongreyê, wê hêvîyê dide me ku, li gorî pêwîstî û rastîya dîasporayê û li ser prensîbên neteweyî, niştimanî, ji bo navendeke yekgirtî, xurtir û berfirehtir ya dîasporayê bê ava kirin, DÎAKURD dê her daîm amade be.

Em bi van hest û bîr û bawerî û hêvîyan, damezrandina Konfederasyona Kurdên Diasporayê(DÎAKURD) pîroz dikin, em di xebatên wan de serkeftinê ji wan re dixwazin.

26.01.2021

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

BIXWÎNE DIAKURD BI KONGREYA STOCKHOLMÊ DAMEZIRANDINA XWE RESMÎ KIR

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin