
Serok Mesûd Barzanî: ‘Divê em dijwariyan bibuhêrin!’
Medya Güneşi, 16–31 Tebaxa 1993
Li ser navê Rojnameya Medya Güneşi, Rojnamevan Yaqûb Karademir (Azad Şatehî) di 16ê Tebaxa 1993ê ya ji bo Medya Güneşi bi Rêzdar Serok Mesûd Barazanî re hevpeyvînek çêkirîye. Wek Rûpela Nû me xwest xwendevanên malpera me ji vê hevpeyvînê agahdar bikin. Dibe ku bibe ronahîyekê ji wê demê heta niha…
Yakûb Karademîr (Azad Şatehi) / Hewlêr
Serokê PDKê Rêzdar Mesûd Barzanî :
"Gelê kurd, li ku dibe bera bibe, bira ye; tu ferq û ciyawazî di navbera me de tuneye. Weke millet çu ferq û cudatî di navbera me de tuneye. Yên fesadiyê, nîfaqê dixin navbera gelê kurd dijmin in. Em li dijî her tevgereke ku yekîtî û azadiya gelê kurd têxe bin siya xwe ne."
Serokê PDKê rêzdar Mesûd Barzanî, weke rojnamevan ez li ser navê Medya Güneşî, nûçegîhana Daily Telegraphê Amberîn Zaman û yê Gundemê, Mahmûd ... li baregeha xwe ya li Seleheddîn, li Kurdistanê qebûl kirin. Ji me re got, 45 deqe wexta min heye, her yek ji we dikare 15 deqan pirsên xwe bike. Amberin Zeman dest pê kir, pirsên xwe bi riya wergêr Felah Mistefa kirin, paşê Mahmûd pirsên xwe kirin, lê ji ber kurdiya wî pir ne baş bû, min jê re wergêrî kir, her yekê/î ji wan çar pênc pirs kir. Min yekser pirsên xwe bi kurdî kirin û wî biserehet bersiv da. Ez dixwazim li vir diyar bikim ku birêz Mesûd Barzanî jî ji hevpeyvîna me razî bû, ji ber wê sempatiya min ji wê demê de jê re heye, ji ber ku ew rêberekî dilsoz û nefsbiçûk e.
‘Divê em dijwariyan bibuhêrin!’
"Gelê kurd, li ku dibe bera bibe, bira ye; tu ferq û ciyawazî di navbera me de tuneye. Weke millet çu ferq û cudatî di navbera me de tuneye. Yên fesadiyê, nîfaqê dixin navbera gelê kurd dijmin in. Em li dijî her tevgereke ku yekîtî û azadiya gelê kurd têxe bin siya xwe ne."
Medya Guneşî: Bi qende ku em dizanin, rewşa aboriyê gelekî nebaş e. Ji aliyê din ve, em ji helwesta hin saziyên alîkariyê yên ku me bi wan re hevdîtin kirin têgihîştin ku dewletên alîkariya madî dikin jî, weke berê li meselê germ nanêrin. Hin partiyên biçûk, bi taybetî jî rêxistinên Îslamî vê rewşê îstîsmar dikin. Di heman demê de Washîngton Postê nivîsand ku eger çareseriyek ji bo vê rewşê neyê dîtin, hûn ê bi hikûmetê re li riya lihevkirinê bigerin. Gelo hûn çi dibêjin?
Mesûd Barzanî: Gelekî nebaşbûna rewşa aborî rastiyeke welê ye ku ji alî her kesî ve tê zanîn. Ev jî encama şer û wêrankirina bi salan ajotiye ye, ne tiştekî nû ye. Sererastkirina vê rewşa nebaş a aboriyê wezîfeya me hemiyan e û divê em hemi hewl bidin ku tiştê daxilê îmkan be bizûtirîn kat bikin. Beriya her tiştî divê em bi hêza xwe bawer bin û bêyî dereng mayînê çi ji destê me bê em ê bikin. Di rewşeke bi vî rengî de, heta ku em hîn bibin bi tena serê xwe li ser piyên xwe rawestin, wê pêdiviya me bi piştgiriya derve hebe. Heta niha alîkariyên ku tên kirin ji bo çareserkirina pirsgirêka me pir kêm in. Alîkariya ku heta niha hatiye dayîn tenê di asta temînkirina pêdiviyên xwirekî yên bingehîn de ye; ji bo çareserkirina pirsgirêka me têr nakin.
Li ser mijara di ser guhê xwe re avêtinê ; yên ne li ser desthilatê ne, yên ku beşdarî hikûmetê nebûne, dikarin tiştên pir xweş bibêjin, dikarin dinyayê bi gul û gulîstan nîşan bidin. Lê belê rewş li ber çavan e, her kes dikare rewşa aboriyê ya nebaş binirxîne û şirove bike. Rexnekirin hêsan e, lê karkirin bi qende ku tê pêşbînîkirin ne hêsan e. Em dizanin ku partî û rêxistinên ne li ser desthilatê ne, wê vê rewşê berovajî bikin û ji bo xwe bikin malzemeya propagandayê. Lê em bawer dikin û piştrast in ku wê gelê Kurd ji vê rewşê tê bigihê û li benda encamê be. Li ser mijara hevdîtinê jî min negot em ê bi Bexdayê re biaxivin. Dema me li Enqereyê têkiliyên xwe didomandin, ez bi Talabanî re peyivîm, ew nû ji Kurdistanê vegeriyabû. Ji ber vê yekê, bi baweriya ku ew ê rewşê çêtir zanibe, min jê pirsî, “Hûn çi difikirin, li gorî we gelê Kurd dikare hîn bêhtir li hemberî vê rewşê raweste, ya jî li gorî we çareseriya vê pirsgirêkê çi ye?” Min wê demê jî got, ez niha jî dibêjim: Eger çareseriyek ji vê pirsgirêkê re neyê dîtin, wê gelê Kurd an xiyanetê hilbijêre yan jî berê xwe bide Bexdayê. Ez eşkere dibêjim ku wê ev rewş nikaribe bi vî awayî dewam bike.
Medya Guneşî: Ango we negot 'Em ê biçin Bexdayê'?
Mesûd Barzanî: Biryareke bi vî rengî tenê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve dikare bê dayîn. Ez nikarim biryareke wiha bidim. Bêguman ez dikarim vê bêjim: Li hember her gaveke ji bo çareseriya pirsgirêkê bê avêtin, em ê jî bi pêngavekê bersivê bidin.
Medya Guneşî: Dibe ku rewş aloztir bibe û di vê navê de gel dikare hevdîtina li gel Bexdayê tercîh bike. Hûn nû ji Washîngtonê vegeriyane; gelo ji bo pêşî lêgirtina tercîheke bi vî rengî ti soz hatin dayîn? Hûn xweşbîn in ku wê alîkarîya derve ya pêdivî bête kirin?
Mesûd Barzanî: Min heta îro rastî ji gelê Kurd veneşartiye. Me di hevdîtinên xwe yên li derveyî welat de çi gotûbêj kiribe, min ji milet re jî gotiye. Min di axaftina xwe ya parlementoyê de hemû tiştên ku di derbarê mijarên siyasî, aborî û ewlehîyê de hatin gotûbêjkirin anîn zimên.
Medya Guneşî: Di hevdîtinan de çi hate gotûbêj kirin, çi ji we re gotin?
Mesûd Barzanî: Di warê ewlehî û siyasetê de rewş zelal e: Wan soza parastina gelê Kurd da. Wan diyar kir ku ew ê piştgiriya dîktatoriyê nekin, piştgiriya alternatîfa wê ya demokratîk bikin. Wan got ku ew ê ji nav pirsgirêkên Iraqê, piştgiriya mafên bingehîn ên gelê kurd, bi awayê ku Kurdan ragihandiyê, bikin. Bi awayekî vekirî gotin ku ew INC (Kongreya Neteweyî ya Iraqê) weke alternatîfeke demokratîk dibînin. Lê belê di warê aborî de sozeke zelal nedan. Heta niha jî ne diyar e ku wê di vî warî de çi bikin.
Medya Guneşî: Tê gotin ku wê 23 mîlyon dolar alîkariyê bidin INC'yê, aya rast e? Heke rast be, para gelê Kurd a di vê alîkariyê de çi qas e?
Mesûd Barzanî: Na, na, ne wiha ye. Bi vî awayî ye; alîkarî ne tenê 23 milyon dolar e, alîkarîya nû 23 milyon dolar e. Berê jî 15 mîlyon dolar hebûn, yanî bi giştî 38 mîlyon dolar dike. Lê belê ev alîkarî wê weke xwirek an pere bê dayîn û wê çawa bê belavkirin, ne diyar e. Alîkarî bi awayekî giştî bi riya NY û saziyên din ên alîkariyê tê belavkirin.
Medya Guneşî: Pereyên hatine veqetandin ne hindik in, lê hûn dibêjin nagihêje cihên pêdivî. Mebesta wê ji vê çi ye?
Mesûd Barzanî: Mebesta min ew e ku rê nayê dayin rêxistinên alîkarîyê peyvendîyên yekser bi hukûmeta Kurdistanê re dênin û rêkevtinan pê re bikin. Ev yek jî yan nahêle ku alîkarî bigihêje kesên pêdiviya wan pê heye, yan jî dibe sedema derengmayîna alîkariyê. Lewma dibe sedema neheqiyê. Weke mînak, sala borî 30 milyon dolar ji bo sotemeniyê (petrol) hate veqetandin. Tevî ku sotemeniya ji sedî 30ê milet hebû jî, vê alîkariyê têra kesên pêdiviya wan hebû nekir. Lê belê bi heman mîqdarî hikûmetê dikarîbû li Kurdistanê du kargehên hilberînê pêk baniya. Petrol heye û kengî bixwestana dikaribûn bi hêsanî derxistina wê misoger jî bikirana. Ji bo safîkirina petrola tê hilberîn jî, bi pereyê herêmî bi 20-24 mîlyonî du tesîsên damalînê dikarin bên avakirin. Bi vî rengî jî dikarîbû temamiya pêdiviya Başûrê Kurdistanê bihata misogerkirin. Ev yek ji mînakên herî hêsan ên navborî ye. Mînakeke din jî ew e ku li şûna îthalkirina rûn, kargeheke ku li vir bê avakirin, dikare tevahiya pêdiviyê gel pêk bîne.
Medya Guneşî: Baş e, bi pereyên alîkarîyê yên ku we standine we nikaribû înîsîyatîfeke wiha pek bianiya?
Mesûd Barzanî: Em nikarin mudaxele bikin ji ber ku alîkariyên tên kirin ji aliyê NY û saziyên din ên alîkariyê ve tên belavkirin.
Medya Guneşî: Lihevkirina Iraqê li gel NY û karîna wê ya firotina petrolê dê bandoreke çawa ji aliyê aborî û siyasî ve li we, li Kurdistanê bike?
Mesûd Barzanî: Heke hevdîtin bi lihevkirinekê bi dawî bibe û petrol bê firotin, wê para Kurdan jî di vê petrolê de hebe. NY jî neçar e petrola ku pêdiviya gelê Kurd pê heye peyda bike. Ji ber vê yekê, eger bandorek hebe jî, wê ev yek erênî be.
Medya Guneşî: Gelo rewşeke wiha dê ji alîyê siyasî ve nebûna sedama xurtbûna Sedam? Yanî ev rewş dê li dijî Kurdan nebûna?
Mesûd Barzanî: Pereyên ku dê ji firotina petrolê bihata wergirtin wê di bin çavdêriya NY'yê de bihata belavkirin û di vê mijarê de wê çu rola rejîmê nebûna. Rast e, eger bi riya wan bihata belavkirin, wê nebaş bûya. Lê dê bi rêya wan pêk neyê; dê bi riya NY pêk bê
Medya Guneşî: Baş e, weke mûxalefetê we nikaribû ku hûn li dijî peymaneke bi vî rengî derkevin?
Mesûd Barzanî: Me nerazîbûna xwe diyar kir, lê nerazîbûna me encam neda.
Medya Guneşî: Hûn hevdîtinên dewletên dagîrkerên Kurdistanê yên li Şam, Enqere û Tehranê çawa dinirxênin? Li gorî we çi dixwazin, armanca wan çi ye? Gelo ziyaneke çawa ya van hevdîtinên han ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê heye?
Mesûd Barzanî: Min dîtinên xwe yên di vî warî de gelek caran di hinek dezgehên çapemeniya Erebî û Ewrûpî de bi zelalî û eşkere anine zimên. Ez careke din dibêjim: Em li ku dibin bila bibin li dijî civînên bi vî rengî ne û em van hevdîtinan şermezar dikin. Ji ber ku ev kombûnên han destêwerdanek e, di nava kar û barên navxweyî yên Iraqê û Kurdistanê de ne. Ev jî ne helwesteke rast e. Divê ev dewlet pêşî pirsgirêkên xwe çareser bikin û dev ji mijûlbûna bi me re jî berdin.
Medya Guneşî: Armanca êrîşên esmanî û topbaranên Îranê li gorî we çi ye? Çima êrîş dike, çi dixwaze?
Mesûd Barzanî: Binkeyên komên rikeber ên Îranî li deverên sînorî hene; Îran dibêje ku ew li dijî me çalakiyan pêk tînin û em jî mudaxele dikin.
Medya Guneşî: Yanî dixwazin ku hûn binkeyan ji wir rakin?
Mesûd Barzanî: Bêguman vê dixwazin.
Medya Guneşî: Bersiva we çi ye?
Mesûd Barzanî: Me heta niha li ser vê mijarê bersiveke zelal nedaye.
Medya Guneşî: Hin rexneyên we li dijî hikûmetê hebûn, tê got hikûmeta 'pêncî/ pêncî' bû du serî, rast e?
Mesûd Barzanî: Na, na, min tiştekî wiha negotiye. Hikûmet li holê ye, serokwezîr, serokê parlementoyê û wezîr diyar in. Pirsgirêk ne pirsa duserîtiyê ye. Tişta ku min dixwest ez bêjim ew bû ku ji bo meriv dihikûmetê de cîh bigre, ne pêdivî yê ku meriv PDK'yî yan jî YNK'yî be. Partiyên din jî hene, kesên bêlayen hene, yanî divê em gel hemî tevlî hikûmetê bikin. Tişta ku min dixwest bibêjim ev bû.
Medya Guneşî: Hêzên siyasî yên Kurdistanî ji nava şerî derketin û hatin ser desthilatê, ji ber vê yekê hêzên pêşmerge, televîzyon, radyo û rojnameyên her partiyekê hene. Ji bo ku weke li welatên din ên demokratîk, ev sazî radestî dewletê bên kirin û partî bi tenê bibin rêxistinên siyasî, siyasetê bikin we çi tedbîr girtine?
Mesûd Barzanî: Me di vî warî de hin gav avêtine. Weke mînak me hêzên pêşmerge kirine yek. Dîsa di vî warî de hin biryarên me hene ku heta niha me pêk neanîye. Pêkanîna van biryaran jî hinek dem û sebrê dixwaze.
Medya Guneşî: Rêberê Neteweyî General Mistefa Barzanî di dema têkoşîna xwe de girîngiyeke mezin dida parçeyên din ên Kurdistanê jî. Ji bo vê jî li Sûriye, Tirkiye û Îranê jî pêşengiya damezrandina PDK'yan kir. Ji ber ku wî dizanîbû Kurdistan bitenê dikare bi hev re bê rizgarkirin. Hûn çawa li hevgirtin û yekîtiya Kurdan dinerin?
Mesûd Barzanî: Gelê Kurd li ku derê dibe bera bibe, bra ye; di nava wan de çu cudahî nîne. Weke netewe çu cudahiya me ji hev tuneye. Yên ku di nava gelê Kurd de cudakariyê dikin dijmin in. Em li dijî her reftareke ku yekîtî û yekrêziya gelê Kurd têxe bin siya xwe û şêlû bike ne.
Medya Guneşî: Di navbera vir û parçeyên din de, cudahî heye?
Mesûd Barzanî: Em xwe weke yek milet dibînin.
Medya Guneşî: Par we û PKK'ê jî diyar kir ku hûn naxwazin şerê hev bikin, lê di dawiyê de dîsa pevçûn derket holê?
Mesûd Barzanî: Me nedixwest. Heke wan jî nexwestibûna, wê pevçûn derneketibûya.
Medya Guneşî: Ew jî dibêjin me nexwestine. Ji bo careke din pevçûneke bi vî rengî rû nede, we çi tedbîr girtine? Ji bo ku pevçûneke bi vî rengî dernekeve çu hevdîtin di navbera we de çêbûn?
Mesûd Barzanî: Peymanên wan ên bi hikûmetê re hene. Heke ew pêdiviyên vê rêkevtinê bi cih bînin, dê ti pirsgirêk dernekevin.
Medya Guneşî: Yanî hûn difikirin ku werin ba hev?
Mesûd Barzanî: Mesele ne ew e ku em werin ba hev an na. Di navbera wan û hikûmetê de lihevkirinek heye ku divê pê ve girêdayî bimînin. Eger bixwazin vê peymanê bin pê bikin, dikare dîsa pirsgirêkek derkeve holê. Heke bi peymanê ve girêdayî bin, pirsgirêk ji xwe çareser bûye.
Medya Guneşî: Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê piştî ewçend parçebûnê ketiye nava pêvajoyeke yekîtiyê. Di vê pêvajoyê de rewşa başûrê Kurdistanê çawa ye?
Mesûd Barzanî: Weke ku we jî destnîşan kir, em ketine qonaxeke nû. Kurd di dîrokê de yekemcar dibînin ku parlamentoya wan heye, dibînin ku ew bûne hikûmet. Vê yekê çav û mejiyê gel vekiriye. Parastina van çeperên bidestxistî erka ser milê me hemiyan e. Parastina vê parlamentoyê, vê hikûmetê dikeve ser milê me Kurdan hemiyan. Kêmasî hebin jî, ji wendakirina ve parlamentoyê û vê hikumetê ne girîngtir in. Divê ev rastî wiha bê zanîn. Ezmûnên me yên berê jî îsbat kirin ku parçebûn û bêserûberî xizmetê ji vê dozê re nake. Dema tevger bêbandor dibe, çibigre pêvajoyeke têkçûnê rû dide, gel ji hev belav dibe, cihêbûn û parçebûn dest pê dike. Dema serketin bi dest dikeve, her kes dibe yek û digihêje hev. Ev yek ji taybetmendiyên tevgerên gelerî ye. Em niha pêvajoyeke serketin û serfiraziyê dijîn. Ji ber vê yekê , her kes bi aqilê selîm difikire; hişmendîya tengbîn ciyê xwe dide objektîvbûnê, rê li ber toleransê vedibe. Ji bo vê jî niha partiyên siyasî jî zêdetir biryarên ji bo yekîtî û hevgirtine didin. Ev geşedanên erênî li çar hêlên welatî rûdidin û li herêma me jî çêdibin.
Medya Guneşî: Weke ku tê zanîn li bakurê Kurdistanê jî xebatên bereyî hene. Di heman demê de, li ser pêkanîna rêveberiyeke hevpar a tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdî li hemî beşên Kurdistanê hevdîtin pêk tên, hûn çi difikirin?
Mesûd Barzanî: Ya rast divê em realîst bin. Heke em Kurd li gorî dilê xwe tevbigerin, bêyî ku em li derdora xwe û cîhanê binêrin, bêyî ku guh bidin kesî, her tiştê ku dilê me dixwaz bikin, - yanî eger em ber bi rêxistineke ku pêşengî û temsîla tevahiya gelê Kurd bike biçin - cîhana heyî vî mafî dê nede me. Kes derfeteke bi vî rengî nade me, riyeke wiha jî nade me, tiştekî wiha pir zor e. Îro hêzên siyasî yên li her beşekî, tenê dikarin berpirsiyariya beşê xwe bigirin ser milê xwe û rêveberiya wî bikin. Têkiliyên bi hev re dikarin hebin, em dikarin ji tecrubeyên hev sûdê werbigirin. Lê em nikarin weke we bahs kir rêbertiyeke bitenê ava bikin û bêjin, 'Em rêveberiya hemî parçeyên Kurdistanê dikin'. Kesek jî rêveberiyeke bi vî rengî nas nake, kes alîkariyê jî nake. Divê gelê Kurd vê yekê wiha zanibe.
Medya Guneşî: Di ser damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê re zêdetirî salekê derbas bû. Di nava vê demê de, we bernameya xwe çiqasî cîbicî kiriye? Projeyên we yên pêşerojê çi ne?
Mesûd Barzanî: Erka me ew bû ku em hilbijartinan pek bibin, parlamentoyê damezrênin û hukûmetê ava bikin. Divê hûn pirsa bernameya hukûmetê ji serokê hukûmetê bikin. Ev ne karê me ye; karê hukûmetê ye. Karê me misogerkirina pêkanîna hukûmetê bû. Îro hikumet heye, serokwezîr heye, divê hûn karê wan ji wan bipirsin.
Medya Guneşî: Her çend hûn ne di hikûmetê bin jî, hûn partiyeke siyasî ya ku nîvê hikûmetê pêk tîne, bi rê ve dibin. Hûn ê teqdîr bikin ku tenê bi alîkarî û bexşan domandina aboriya welatekî ne pêkan e. Ji bo başkirina vê rewşa nebaş a aboriyê çi tevdîrên we hene?
Mesûd Barzanî: Rast e, me negot em bêalî ne, lê desthilata cîbicîker ya hukûmetê ye û ew jî ajandaya xwe, bi xwe diyar dike. Her wezîrek karên qada xwe dizane. Karkirina giştî em hemî dizanin, hûn jî dizanin, lê divê hûrgilî ji wezaretên têkildar bên hînkirin. Rewşa aboriyê bi awayekî zelal gelekî nebaş e. Gotina "Em dikarin vê bikin, em dikarin wê bikin" bi qasî tê xuyakirin hêsan nîne. Ji ber ku em ne tenê du-sê salên dawîn, ev heftê sal in pêvajoyeke hilweşînê dijîn. Ev wêranî tenê di nava bîst salan da dikare bi bernameyeke bêkêmasî bê çareser kirin. Heta niha li welatê me febrîqeyeke bi tenê jî ne hatiye çêkirin, ne jî projeyeke guncaw a çandiniyê hatiye pêk anîn. Ji ber vê yekê em ji tune, ji sifrê dest pê dikin. Ji bo ji nû ve avakirina welatekî hatiye hilweşandin û wêran bûye, hem sebir û dem, hem jî piştgirî û krediya derve pêdivî ye. Em nikarin bi tena serê xwe gelek tiştan bikin.
Medya Guneşî: Îcar bi vê perspektîfê em dikarin bibêjin ku danûstandinên we yên li Amerîka, hin welatên Ewrûpa û Ereban dê bikêr bên?
Mesûd Barzanî: Hêvîdarim serdana me bikêr be. Lê belê li gorî çavdêriyên xwe yên heta niha, dikarim bêjim ku pirsgirêk dê di demeke kurt de çareser nebin.
Medya Guneşî: We berê jî anî zimên, we hêzên pêşmerge kirine yek. Ev dikare weke gava yekem a ber bi avakirina artêşeke nîzamî bê nirxandin. Ji ber ku pîşesaziya leşkerî mîna sektorên pîşesaziyê yên din li Kurdistanê bi pêş neketiye, het em karin bêjin tuneye jî, helbet pêdivî bi alîkariya derve heye, we alîkarîyeke wiha xwest? Heke wiha be, kesî soz daye we?
Mesûd Barzanî: Me daxwazek weha nekiriye. Tu kesî soz jî nedaye me. Baş xerab derfetên me bixwe hene, em ê hewl bidin ku bi wan debara xwe bikin. Personelê me yê teknîkî, hêza me ya mirovî û ya herî girîng jî tecrûbeya me ya şer a bi deh salan heye; zanîneke me ya wiha heye ku em ê bi ti teknîka li cîhanê neguherin. Ev heftê sal in em di nava şerekî germ gur de ne. Lê belê kes naxwaze derfetê bide me ku em bi hêsanî artêşeke nîzamî pêk bînin. Ji ber vê yekê ti wateya gotina 'amîn' a ji bo duayekê ku pêk neyê tuneye. Jixwe, derfeta bi şerê çekdarî gihîştina ecamekê jî nemaye. Di dema me de, êdî derfeta bidestxistina her tiştî bi riya çekan jî nemaye. Îro çekên din jî hene: weke mafên mirovî, dîplomasî, demokrasî û çekên siyasî. Ev ji çekên din bi bandortir in. Em Kurd jî dikarin ji wan sûdê werbigirin.
Medya Guneşî: Lê dijmin çekên din jî bi kar tîne?
Mesûd Barzanî: Bêguman yê me jî, bi armanca parastinê, wê pêdiviya me jî bi van çekan hebe. Lê ez dibêjim bi çekan gîhaştina encamekê ne mimkun e.
Medya Guneşî: Dema hûn li Amerîkayê bûn, di heman demê de şandeyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî li wir bûn. Ev tesadûf bû, yan jî di 'Nîzama Nû ya Cîhanê' ya DYA'yê de, aya cih ji çareseriya pirsgirêka Kurdî re jî heye?
Mesûd Barzanî: Bernameya wan, çareseriya pirsgirêkê di nava statukoya heyî de, yanî di nava sînorên heyî de û qedexekirina sîtemkariya li dijî Kurdan a ji ber nasnameya wan a etnîkî digre nav xwe. Lê belê nizanim bê hebûna heyetên din tesaduf bû yan na. Dema em li wir bûn, heyetek ji HEP'ê ya bi serokatiya Ahmet Turk û Leyla Zana û heyetek jî ji PDK-Î bi serokatiya Mûstafa Hicrî (Sekreterê Giştî yê Partiyê) jî amade bû.
Medya Guneşî: Bi dîtina we, ev bernameya ku ew pêşniyar dikin, ji bo pirsa kurdî çareseriyeke bi vî rengî têr dike?
Mesûd Barzanî: Na, bi temamî pirsgirêkê çareser nake. Lê belê li gorî çend sal berê di helwesta wan de guhertin û pêşketineke girîng heye.
Medya Guneşî: Li gorî we, li parçeyên din ên Kurdistanên, pirsgirêka Kurdî çawa dikare çareser bibe? Ji bo çareseriyê pêşniyariyeke we heye?
Mesûd Barzanî: Bi dîtina min rola têkoşîna çekdarî di çareserkirina pirsgirêkê de kêm bûye. Ji bo ku mirov xwe li dijî zilm û zordariyê biparêze têkoşîna çekdarî pêdivî ye. Ji ber ku êdî weke berê pirsgirêk bi şerê leşkerî nayên çareserkirin. Ne hikûmetên heyî dikarin bi hêza leşkerî pirsgirêkê bifetisînin, ne jî bi şerê leşkerî em dikarin encamê bistînin. Divê em li çareseriya siyasî ya pirsgirêka xwe bigerin, em çareseriyeke siyasî bibînin.
Medya Guneşî: Îhtimala beşdarbûna we û Talabanî di hikûmetê de heye gelo?
Mesûd Barzanî: Ji bo niha, na.
Medya Guneşî: Bêgûman di demên berê de girîngiya Bereyê Kurdistanî ya di nava siyaseta Kurdî de mezin bû. Niha hikûmetek heye. Fonksiyona Bereyê Kurdistnî çi ye?
Mesûd Barzanî: Hebûna Bereyî hertim pêdivî ye. Lê belê berê Bere ne tenê bi siyasetê mijûl dibû, yanî ew bi erka rêveberiyê, hikûmetê ve jî radibû. Bi gotineke din, Eniyê erka hikûmetê jî pêk tanî. Niha hikumeteke ku erka xwe pêk têne heye. Êdî fonksiyoneke Bere ya bi vî rengî nema ye, êdî fonksiyona xwe ya siyasî dibîne.
Medya Guneşî: Ji bo rizgarkirina herêmên ku hîn jî di bin dagirkeriya rejîmê de ne û bi taybetî jî Kerkûkê, hûn çi difikirin?
Mesûd Barzanî: Heke derfetek bi destê me bikeve, em ê hemû îmkanên xwe seferber bikin. Heke derfeteke bi vî rengî dernekeve holê, ew tiştekî din e. Em ê xwe nexin nava macerayeke ku encamê nede.
Medya Guneşî: Ango, eger hêvî hebe, hûn ê çekan jî di vê riyê de bi kar bînin?
Mesûd Barzanî: Belê, heke me karîbûya me yê parçeyên din ên Kurdistanê jî azad bikirana. Çi ji destê me bê em ê wê bikin. Eger em nikaribin zêdetir tiştekî bikin jî, em ê bi parastina çeperên xwe yên heyî qîma xwe bênin.
Medya Guneşî: Ji bazarê vekişandina 25 banknotên dînarê iraqî ji aliyê rejîmê ve bûye sedema bilindbûna bihayê kelûpelan û her wiha jî valahiyeke diravî. Aliyên ku herî zêde di bin bandora vê enflasyonê de mane, karmend, karker û kedkarên din in. Hûn difikirin ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin, weke mînak pereyê xwe çap bikin? An jî we tu hewldan ji bo bikaranîna fonên cemidî yên rejîmê ku di bankên cîhanî de ne kir?
Mesûd Barzanî: Me nîyeta xwe ya ji bo bikar anîna pereyên cemidî yên di bankên cîhanî de di dema gotûbêjên xwe yên li derve de dîyar kir, lê çu kesî ev yek qebûl nekir. Ji bo çapkirina pere jî, divê li hember pereyê çapkirî nirxek, malek hebe ku pereyê çapkirî li bazarê derbas bibe. Lê dîsa jî ev mijar di rojevê de ye, niha di vê mijarê de ne ez ne jî kesekî din nikare tiştekî bibêje. Ji ber ku lêkolînên li ser vê mijarê hîn jî dom dikin. Piştî ku lêkolîn bi dawî hatin helbet wê daxuyaniyek jî bê dayîn. Gelo em dê pere çap bikin an jî pereyekî din bi kar bînin dê zelal bibe. Bawer dikim wê ber bi dawiya vê mehê ve, pirsgirêk zelal bibe. Ev pirsgirêkeke zehmet û tevlîhev e û çareseriya wê jî demê dixwaze.
Medya Guneşî: Li gorî we êrîşên dawî yên DYA'yê yên li ser hin binkeyên îstîxbaratî yên rejîmê ji ber sedemên hatine diyarkirin bûn, yan bi armanca hişyarkirinê bûn?
Mesûd Barzanî : Em bawer dikin ku weke hatiye diyarkirin, ji bo hilanîna heyfa teşebusa kuştina Bûş in.
Medya Guneşî: Gelo pilaneke nû ya ji bo jinavbirina rejîmê heye?
Mesûd Barzanî: Tiştekî zelal tuneye.
Medya Guneşî: Êrîşên Îranê heta çi radeyê metirsiyê li ser we çê dikin? Îhtîmal heye ku êrîş zêde gur bibin? Di rewşeke bi vî rengî de, helwesta Washîngtonê wê çi be?
Mesûd Barzanî: Belê ev êrîşên we bahs kirin ji bo me xeter û metirsiyekê pêk tînin. Em êdî nikarin tenê weke bînerê wan êrîşên berdewam bimînin. Îro sibe wê heyeteke wan ji bo gotûbêjkirina vê pirsgirêkê were, dibe ku mijar bi awayekî dostane bê çareser kirin. Nexwe em nikarin rûnên û bi tenê li wan temaşe bikin ku erd û gundên me bombe bikin. Li ser sînor binkeyên komên rikeber ên îranî hene, lê ev jî nikare van êrîşan mafdar nîşan bide. Di dema êrîşa hewayî de berdevkekî Wezareta Karên Derve yê DYA’yê nerazîbûna xwe nîşan da û got; "Divê Îran zanibe ku herêma li bakurê paralela 36'ê ji bo her kesî qedexe ye." Nerazîbûna xwe wiha nîşan dan, lê tiştekî din negotin.
Medya Guneşî: Bi gotina em nikarin dest û mil girêdayî rawestin, hûn dixwazin çi bêjin? Hûn difikirin bersiva êrîşên wan bidin? Tê gotin ku hedefa van êrîşan baregehên rikeberiyê ne –ku di serî de baregehên PDK’ya Îranê tên. An jî weke hin karbidestên din ên ku me ew dîtin diyar kirin armanca van êrîşan, tecrûbeya demokratîk a li Kurdistanê ye gelo?
Mesûd Barzanî: Her kes azade ku li gor dilê xwe nêrînên xwe bîne zimên. Îran dibêje, "Binkeyên PDK-Î hene, li dijî me çalakiyan dikin û em jî mafê xwe yê heyf hilanînê bi kar tînin." Lê belê hincet çi dibe bila bibe, em nikarin li hemberî berdewambûna van êrîşan bêdeng bimînin. Em alîgirê çareseriya bi rêyên aştiyane ne. Heke ev nebe, çi ji destê me bê em ê jî bikin. Em nikarin li topbaranên wan ên berdewam temaşe bikin.
Medya Guneşî: Eger pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser nebe, hûn ê çi bikin?
Mesûd Barzanî: Çi pêwîst be em ê wê bikin.
Medya Guneşî: Gelo hûn ê helwesta ku we li dijî PKK'ê girt, li dijî PDK-Î’yê jî bi heman awayî bigrin?
Mesûd Barzanî: Madem peyv hatiye ser bûyera PKKê, divê em bêjin ku rûbirûbûna me ya bi wê re ne ji ber ku weke hin derdor bi awayekî neyekser an jî yekser dibêjin, qet ne ji ber zextên Tirkiyeyê bû. PKK'ê xwest destê xwe têxe nav kar û çalakiyên me. PKK'ê parlamentoya me nas nekir, hikûmeta me nas nekir û ji bilî vê yekê xwe weke alternatîfa desthilata me dît. Ji ber van hemû sedeman em bi wan re rû bi rû man. Heke PDK-Î jî xwe weke alternatîfekê li hemberî me bibîne û bikeve nava helwesteke bi vî rengî ya bêwate, em ê heman helwestê li dijî wan jî bigirin. Lê belê heke rêza parlamento û qanûnên me bigrin, pirsgirêkên wan ên bi Îranê re wan eleqedar dike, ne me. PKK li dijî Tirkiyeyê çi bike, ne pirsgirêka me ye. Lê belê eger sibe kî dibe bila bibe, hewl bide dest li karên me yên navxweyî, karên hikûmeta herêmê yan jî rûmeta Parlamentoya Kurdistanê werbide, wê me li dijî xwe bibîne. Divê çu kes nefikire ku ew dikarin vê demokrasiyê bin pê bikin. Em ê derfetê nedin ti kesî ku dest di vê jîngeha demokratîk, parlamento û hikûmeta Kurdistanê werde
Yakûb Karademîr (Azad Şatehi) / Hewlêr
Not: Hevpeyvîneke ku min di 1993yê de, li ser navê Medya Guneşi, li gel Rêzdar Mesûd Barzanî li baregeha wî ya li Selehedîn kiribû, ji ber giringî û naveroka wê ya dîrokî, xwest bi we re par vebikim. Silav û rêz.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin