Serok Barzanî: Em êşa wan tawanên li dijî gelê Kurdistanê ji bîr nakin

Serok Barzanî: Em êşa wan tawanên li dijî gelê Kurdistanê ji bîr nakin

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de got, "Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan tawanên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin ji bîr nakin."

Serok Mesûd Barzanî  di salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê de got:

"Ew tawan bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyên bêsûc ên herêmê.

Ev tawan destpêka pêvjoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tunekirina gelê me bû."

Serok Barzanî di berdewaniyê jî de got, "Rejîm tenê bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi şêweyekî hovane bi awayê zindî çal kirin."

Serok Mesûd Barzanî her wiha amaje bi wê yekê jî kir û got: "Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan karesatên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin tu carî piştguh nakin."

Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:

Di 16ê Nîsana 1987an de rejîma berê ya Îraqê tawaneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarana Balîsan, Şêx Wesanan û Dola Xoşnawetiyê bû.

Ew tawan bû sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmareke zêde ya welatiyên bêsûc ên herêmê.

Ev tawan destpêka pêvajoya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tunekirina gelê me bû.

Rejîm tenê bi wê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi şêweyekî hovane bi awayekî zindî hatin çalkirin.

Di salvegera 39an a vê tawana nemirovî de, em silavan li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê dikin û em hevparê xemên malbat û xizmên wan in.

Em bîranîn û êşa vê tawanê û hemû wan karesatên ku li ser gelê Kurdistanê hatine kirin tu carî ji bîr nakin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin