Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê nîşaneya hovîtiya rejîma berê bû

Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê nîşaneya hovîtiya rejîma berê bû

.

A+A-

Serok Barzanî di salvegera bombebarana Qeladizê de peyamek belav kir û ragihand, "Bombebarana Qeladizê nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê bû."

Serok Mesûd Barzanî peyama xwe li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.

Serok Barzanî diyar kir ku bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ya 24ê Nîsana 1974an bûye sedema şehîdketin û birîndarbûna bi sedan welatiyên bêguneh.

Serok Barzanî anî ziman ku ev êriş nîşaneya eşkere ya siyaseta şoven û hovîtiya rejîma berê ya Îraqê ya li dijî welatiyên sivîl ên Kurdistanê bû û got:

"Ew karesata diltezîn di nav rêze tawanên wê rejîmê yên li dijî gelê me de tawaneke din bû."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de da zanîn:

"Di salvegera wê tawana mezin de em silavan ji bo şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin."

Rejîma Beasê 24ê Nîsana 1974an bi balafirên şer êrişî Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê kir ku ji bo wî bajarî hatibû veguhastin.

Di encama wê êrişê de zêdetirî 100 kesî şehîd ketin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin