Şerê Ermenistan û Azerbaycanê berdewam e

Şerê Ermenistan û Azerbaycanê berdewam e

Şerê Ermenistan û Azerbaycanê berdewam e

A+A-

Tevî hewlên her yek ji Rûsya û Amerîka bo navbênkariya Azerbeycan û Ermenistanê ji bo rawestandina şerê li Herêma Nagurno Qerebaxê û ragihandina du agirbestan, lê duh careke din şerekî tund û topbaran li ser navçeyên qerebalix berdewam e.

Desthilata Qerebaxê ragihand, bajarokê Martakert û çend navçeyên Martuni ji aliyê Azerbeycanê ve hatine topbarankirin.

Şivanekî ku li navçeyeke ewle ye lê sê kurên wî di hêla rûbirûbûnê de ne bi girî behsa rewşa wan dike.

Kim Mkrtchian, nişteciyê Martunî, dibêje, “Kurekî min di Istixabaratê de ye û yekî din jî di ketîbeya peywendiyan de ye. Yê din jî ji nû ve ji leşkeriyê vegeriya û şer destpê kir, hemû li bazara sor xizmetê dikin.”

Di topabarnekê de li ser navçeya Martunî, wî şivanî 11 serî heywanên xwe ji dest dane û bi rêya telefonê ji kurê xwe re behs dike.

Kim Mkrtchian diyar dike, “Ez li vir çêlekên xwe xwedî dikim, bibûre, ez dixwazin wan bibim cihekî dûr ku kesekî din wan xwedî bike û dibe ku piştre biçim hêla rûbirûbûnê ya şer. Ez dixwazim çêlekan bibim Karadaglu. Hemû tişt baş e lê duh 11 çêlek hatin kuştin û  4 jî birîndar bûn. Topek li karwanê çêlekan ket, ez dizanim. Xwe ragire.”

Ji destpêka şerê Qerebaxê ve di 27 Îlonê de û li gor berpirsên Nagurno Qerebaxê, heya niha 927 çekdar, herweha 30 kesên sivîl hatine kuştin.

Azerbeycan jî bi hûrî behsa ziyanên xwe yê leşkerî nekiriye lê ragihandiye ku 63 kesên sivîl hatine kuştin û 292 kes jî birîndar bûne.

Herwiha li gor Serokomarê Azerbaycanê, hêzên wan 13 gundên din li herêma Qerebaxê kontrola kirine.

Îlham Aliyev li hejmara xwe yê twitterê, ragihand, wan 13 gundên din ên ser bi parêzgehên Hocavend, Cîbrayîl û Zengîlenin ên Qerebaxê xistine bin kontrola xwe. 

Li gor Wezareta Berevaniya Azerbaycanê, ji 27 Îlonê ve, 3 bajar, 3 bajarok û zêdetirî 130 gund û hêjmarek cihên bilind ên stratêjîk li Qerebaxê hatine kontrolkirin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin