Serdana Serfermandarê Iranê bo Tirkiyê

Serdana Serfermandarê Iranê bo Tirkiyê

Herdû dewletên dagîrker ku parçeyên Kurdistanê di bin nîrê wan de ne, ew li dij derdikevin ku parçeyêka din ya Kurdistanê azad bibe û bigihîje serxwebûna xwe

A+A-

 Di15.08.2017 de Serfermandarê Îranê Tumgeneral Muhamed Baqirî serdana Enqerê kirîye û ji alîyê Serfermandarê Tirkiyê Orgeneral Hulusî Akar bi rêûresmeke leşkerî ve hatîye pêşwazî kirin.

 Li gor çapemenîya Tirk dê ew li ser  têkiliyên navbera xwe, hevkarîya parastina sînorên xwe, rewşa Sûriyê, pêşveçûnên dawî yên li herêmê û referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Ji sala 1979ê vir ve cara yekem e serfermandarekî Iranê serdana Tirkiyê dike. Ew ê 3 roj li Tirkiyê hevdîtinan bike.

Herdû dewletên dagîrker ku parçeyên Kurdistanê di bin nîrê wan de ne, ew li dij derdikevin ku parçeyêka din ya Kurdistanê azad bibe û bigihîje serxwebûna xwe;  ji bo wê jî ew li dijî referandûma serxwebûnê başûrê Kurdistanê  derdikevin ku di 25ê Îlonê de li dar dikeve.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin