Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene

.

A+A-

 Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de ku 28ê Sibatê dest pê kir, li 18 xalên Sûriyeyê parçeyên mûşekan ketin û hinek cih rasterast hatin hedefgirtin.

Saziya Ragihandinê ya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Sûriyeyê ragihand ku li Siwêdaya başûrê welêt 5 kes hatine kuştin.

Saziyê her wiha belge kir ku li gundê Ecemiyê yê parêzgeha Derayê dronek ketiye xwarê.

Li Dera û Quneytrayê parçeyên mûşekan

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li bajarokên Miseyfre, Nawa, Dêr el-Edes, Înxil, Sene el-Hemam û Şibreqê parçeyên mûşekan û paşmayên şer ketine.

Li gel vê yekê, li bajarokên Medînet Selam û El-Refîd ên li parêzgeha Quneytrayê jî ketina parçeyên mûşekan hatiye tomarkirin.

Li Şamê santralek ji kar ket

Li Şam û gundewarê wê, Santrala El-Uteybeyê rasterast hat armancgirtin û ji kar ket.

Her wiha li derdora Beyt Cin, Seydnaya û Eyn Termayê jî parçeyên mûşekan ketin.

Mûşeka balîstîk li başûrê Qamişloyê ket

Şer bandor li bakur, rojhilat û peravên Sûriyeyê jî kir.

Li gundê Qizilcayê yê başûrê Qamişloyê mûşekeke balîstîk ket.

Baregeha Xerab El-Cîrê ya li Rimêlanê hat armancgirtin û li gundê Fiteyxê yê li çoltera Cebleyê jî mûşekek ket.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin