Seqetêkî Dîyarbekirî 15 kitêb nivîsandîye!

Seqetêkî Dîyarbekirî 15 kitêb nivîsandîye!

Erdal Yalçîn ê Dîyarbekirî ku li Stenbolê dijî û sedî 98 seqet e û di sendelyaya bi tekerlek de tevdigere; bêyî ku here dibistanê 15 kitêb nivîsîye

A+A-

Erdal Yalçîn ê Dîyarbekirî ku li Stenbolê dijî û sedî 98 seqet e û di sendelyaya bi tekerlek de tevdigere; 15 kitêb nivîsîye û kitêbên xwe li bajarê Îzmirê li Fûara kitêban de pêşkêşê firotinê kiriye.

Li gor nûçeya IHAyê, Erdal Yalçîn qet neçûye dibistanê; xwendin û nivîsandinê ji dêya xwe û mamosteyên ku hatine mala wî fêr bûye û di 16 salîya xwe de bi tilîyekê dest pêkirîye û nivîsandîye û ev kar îlham daye ku ew ji jîyanê hes bike!

Ew nuha 42 salî ye. Li gor bavê wî Kaya Yalçîn dibêje; ew di du salîya xwe de nexweşîya menejît derbas kirîye, di sendelyeya bi tekerlek de dijî û hayala wî ew e ku rojnamegerîyê bixwîne. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin