Şehîd Kawe Cewanmerd berpirsê pêşîn ê 'TISHK TV' bû

Şehîd Kawe Cewanmerd berpirsê pêşîn ê 'TISHK TV' bû

”tenê tiştê ku dikare rihê şehîd Kawe û hemû şehîdên Kurdistanê şad û dijminan jî, rezîl û riswa bike, geşkirina agirê xebatê ye”

A+A-

Personêlên kanala TISHK TV, dilgiraniya xwe seba jidestdayîna têkoşer Kawe Cewanmerd endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ û berpirsê pêşîn ê TISHK TV ragîhand. 

Di ragîhandinê de dihê gotin ku; ”Kawe Cewanmerd sembola mirovekî bi wateya rastîn ya peyvê şoreşger û fîdakar, kadrekî kêrhatî û lêzan, û birêvebirekî li ser xwe, û lêzan bûye, ku rol û bandora wî, li ser karûbarê TISHK TV heya niha jî diyar û berçav e. Wî di piratîkê de selimand ku siwarçakekî comerd ji bo destanrêsiya nû ya “rabûn” a Rojhilata Kurdistanê ye, û wî bi kiryarên xwe ên camêrane, derseke dîrokî daye, ku ew jî xwegorîkirin ji bo azadiya nîştiman e.”

Kadroyên TISHK TV di beyana xwe de, Kawa cewanmerd jî bo tevgera neteweyî demokratî ya gelê xwe, xisareke mezin dibîne, lê ew hemû aliyekî xatircem dikin, ku birîneke bi vî rengî, nikare xebat û berxwedana wan, bi çok de bîne, û ewê hertim di çepera herî pêş ya xebata li dijî tarîperestan û bikujên şehîd Kawe û hemû şehîdên Kurdistanê de bin. 

Di dawîya beyanê de dihê gotin ku; ”tenê tiştê ku dikare rihê şehîd Kawe û hemû şehîdên Kurdistanê şad û dijminan jî, rezîl û riswa bike, geşkirina agirê xebatê ye

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin