Sedemên kêmbûna dengên HAKPARê çi bûn?

Sedemên kêmbûna dengên HAKPARê çi bûn?

.

A+A-

Tifaqa ku serpereştiya wê Partiya Maf û Azadiya (HAKPAR) dikir û xwe wek Tifaqa Kurdistanî binav dikirin û bi dirûşmeya federasyonê ketin hilbijartinên 14 Gulanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tenê zêdetirî 42 hezar deng bidest xistin. Serok û rêvebirên Hak-Parê vê encamê wek têkçûnek mezin binav dikin, lewra di hilbijartinên 2015an de HAKPARê nêzîkî 110 hezar deng stendibûn.

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de tifaqa ku di bin banê HAKPARê de weke Tifaqa Kurdistanî hatibû avakirin li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tenê 42 hezar deng bidest xistin.

Li gorî vê encamê HAKPARê ku di hilbijartinên Mijdara 2015an 108 hezar deng stendibûn di vê hilbijartinê de zêdetirî ji sedî 50 dengên xwe ji dest daye.

Berbijêrê HAKPARê yê Amedê Paşa Akdogan anî ziman, “Sedemên ku HAKPAR bi ser neket û dengên xwe kêm kirin, yek, ji ber ku bi navê Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur du tifaqên mezin hebûn xelkê xwe li wan girtin û gotin bira dengên me vala neçin, ya duyem jî HAKPARê di nava mehan de hemû rêxistinên xwe amade kir û ket hilbijartinê, wext jî tunebû, ya sisêyan jî aborî bû ku em bi pereyeke pir kêm ketin hilbijartinê. Bo nimûne tenê otobuseke me hebû ku li 81 bajaran geriya û propogandaya me kir.”

Di hilbijartinan de Hereketa Azad û Partiya Demokrata Kurd (PDK), bi HAKPARê re tifaqek danîbûn û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratik a Kurdistanê (TDK-TEVGER) jî ji derveyî tifaqê piştgirîya xwe ji HAKPARê re ragihandibûn lê tevî tifaqê serkeftina ku pêşbîniya wê dikirin bidest nexistin.

Cîgirê Serokê PAKê Wahît Aba got, “Di vê hilbijartinê de xuya bû ku rêxistinbûn ne bes e ku rey bîne. Divê êdî ji derveyî YSPê û yên din Kurd û Kurdistanî hêviyekê bidin gelê Kurd. Wexta ku nebin hêvî di meseleya reyan de halê me tevan dê ev be.”

Di 14ê Gulana 2023an de hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariya Tirkiyê di heman rojê de hatin lê hilbijartina serokkomariyê ji ber ku ti ji berbijêran ji %50ê dengan bi dest nexist ji gera duyem re ma ku dê di 28ê Gulanê de bê kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin