Şaredarî tehamila navê bajarê xwe yê bi kurdî nekir!

Şaredarî tehamila navê bajarê xwe yê bi kurdî nekir!

Wek dihê zanîn navê bajarê Adiyamanê bi kurdî Semsûr e û şaredarîya bajêr di destê AKPê de ye.

A+A-

Zabiteyên Şaredarîya Semsûrê bi hinceta ku hawirdorê qirêj dike çardexa Qahwexaneya bi navê ’Semsûr’ê şikandin. Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê; xwedîyê qahwexaneyê Mehmed Kabak gotîye; ew difikire ku helwesta şaredarîyê siyasî ye, ji ber ku navê qahwexaneya wî bi kurdî bûye, şaredarî tehamil nekirîye û çardaxa wê şikandine.

Qahwexaneya ’Semsûr’ê li Kuçeya Huner ya bajêr ev sê sal e bi xwarinên Kurdî û muzika Kurdî ya zindî xizmet dida xelkê.

Wek dihê zanîn navê bajarê Adiyamanê bi kurdî Semsûr e û şaredarîya bajêr di destê AKPê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin