Şandeke Civaka Sivîl a Efrînê bi Amerîka re civiya

Şandeke Civaka Sivîl a Efrînê bi Amerîka re civiya

.

A+A-

Saziyeke civaka sivîl a xelkê Efrînê ji bo xweşkirina rê li pêş vegera koçberên Efrînê pêwendî ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê kiriye.

Şandeke Kombûna Civaka Sivîl ya Efrînê ku ji 3 kesan pêkhatibû, bi oline, ligel rawêjkarê siyasî li Wezareta Derve ya Amerîka bo Dosyaya Sûriyê  Randall Kaailau civiya.

Endama şanda Kombûna Civaka Sivîl ya Efrînê Hêvîn Cafer ku ligel berpirsê Amerîkî civiyabû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa naveroka civînê kir.

Endama Şanda KCSE Hêvîn Cafer got: “Hevdîtina me serkevtî bû û hêviyên ji bo Çiyayê Kurmênc gelek mezin in. Daxwazên me ji Amerîkiyan ew bû ku çekdaran ji nav Efrînê derbixin û zextê li PYDê bikin ku astengiyan li ber vegera xelkê Efrînê çêneke. Herwiha deriyê vekin, daku alîkarî bigihêjin Efrînê. Em li ser mijara xwendin û girtiyan jî axivin. Bersiva wan jî baş bû.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Erîfe Bekir, ku bi xwe xelkê Efrînê ye, ji Rûdawê re got, heta niha Amerîkiyan tu soz nedane ji bo vegera xelkê Efrînê.

Endama Meclisa PYD Erîfe Bekir jî got: “Hûn jî dizanin ev çar sal e Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Her roj li Efrînê guherîna demografyayê, kuştin, girtin, lêdan û şewitandin çêdibin. Kesûkarên me li wê derê mane, heta ku dewleta Tirk û çeteyên wê li wê derê bin em venagerin. Heta niha me ne bihîstiye Amerîkayê sozek bo vegera Efrînê dabe.”

Derbarê heman mijarê de, Endama Komîteya Navendî ya Partiya PDK-S û nûnerê wê di nûneratiya ENKS li herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa astengiyên li pêş vegera koçberên Efrînê kir.

Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr. Kawa Ezîzî jî wiha axivî: “Karên ji bo vegera Kurdên Efrînê gelek sist û lawaz in. Vê yekê jî du sedemên xwe hene, sedema yekem çekdarên PYD rê nade xelk vegerin Efrînê û dibêjin ‘em qebûl nakin xelk vegerin di bin koletiya Tirkan de.’ Di aliyê din de jî divê desthilatdariya Tirkî û çeteyên ligel wê rê vekin ji bo vegera xelkê.”

Di nava van hefteyên borî de, bangewazî li koçberên Efrînê tê kirin da ku vegerin gund û bajarên xwe li herêmê. Aliyên siyasî yên Kurdî derbarê vê mijarê de jî nakok in.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin