Şanda Aştiyê ya Navneteweyî, ji aliyê  Tirkiye ve nayê pêşwazîkirin

Şanda Aştiyê ya Navneteweyî, ji aliyê Tirkiye ve nayê pêşwazîkirin

Endamên Rêxistina Aştiya Navnetewî, jibo destpêkirina pêvajoya Aştiyê hatine Tirkiyê û daxwaza hevdîtinê li Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dikin, lê heta niha daxwaza wan bê bersiv e.

A+A-

Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî ya ku ji welatên Îzlanda, Brîtanya û Arjantînê ji kesayetên sendîkager, siyasetvan, parastvanên mafên mirovan û hunermendan, Wezirê Dadê yê berê yê İzlandayê Ogmundur Jónasson û hejmarek Endamê Konseya Ewropa û gelek nûnerên welatên rojava pêk hatî, hatin Tirkiyê û serdana HDPê kir.

Jonnasonî nîgeraniya xwe di derbarê gireva birçîbûnê de anî ziman û got ew dixwazin digel Ocalanî hevdîtinê bikin.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Veguhêzkariyê yê Brîtanyayê Manuel Cortes jî got divê Tirkiyê pabendî yasayên xwe û peymannameyên navneteweyî be û rêzê li mafên mirovan bigire.

Li ser daxwaza hevdîtina ku ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ve nehate bersivandin jî Cortesî got hêviya min ev e Wezîrê Dadê yê Tirk, daxwaza hevdîtina me qebûl bike û rave bike ku vê bêhiqûqiyê çima sepandiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin