Rûsyayê encamên hilbijartinên Ermenistanê red kir

Rûsyayê encamên hilbijartinên Ermenistanê red kir

.

A+A-

 Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, mi ser encamên hilbijartinên giştî yên Ermenistanê ku partiya Serokwezîr Nikol Paşînyan bi ser ket, nirxandin kir.

Zaharovayê, rêveberiya Êrîvanê bi "binpêkirina prensîbên demokratîk û proseyên hilbijartina azad" tawanbar kir.

Zaharovayê îdia kir ku ev hilbijartin bi temamî di bin zexta welatên Rojava de hatiye encamdan û rayedarên Ermenistanê zext, pêkutî û çewisandinên giran li dijî opozîsyonê û alîgirên wan pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya fermî ya aliyê Moskowê, ev pêngavên dawî yên hikûmeta Nikol Paşînyan rewabûna hilbijartineke şefaf û dadwerane ji holê rakiriye û nûnertiya daxwaza rasterast a gelê Ermenistanê nake.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin