‘Rûsya dê bertekeke ciddî nîşanî Tirkiyê bide’

‘Rûsya dê bertekeke ciddî nîşanî Tirkiyê bide’

.

A+A-

Operasyana leşkerî ya Rûsyayê li dijî Ukraynayê ji aliyê beşek ji welatên cîhanê ve karvedanên tund li pey xwe anîn. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro piştî civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî ragihand, ew operasyona Rûsyayê qebûl nakin û ew dê piştgiriya Ukraynayê bikin ku berevaniyê li axa xwe dike. Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Dr. Kerim Has jî li ser vê helwesta Tirkiyê dibêje, “Rûsya dê karvedaneke ciddî nîşanî Tirkiyê bide û fatureyeke ciddî bo Rêveberiya Enqere û Erdogan derbixe.”

Piştgiriya Tirkiyê bo Ukraynayê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, dibêje, “Ev pêngava ku em derveyî hiqûqa navdewletî dibînin, derbeyeke giran e li dijî aramî û aşitiya navçeyê. Min di peywendiyeke telefonî ya bi Zelensky re careke din diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê li têkoşîna Ukraynayê ya ji bo parastina serweriya axa xwe dike.”

Tirkiyê li aliyekê peywendiyeke xurta a dîplomasî, bazirganî û aborî ligel Rûsyayê heye, lê li aliyê din di warê kelûpelên leşkerî de ligel Ukraynayê jî peywendî hene. Herwiha di çarçoveya rêkeftineke ligel Ukraynayê de çendîn firokeyên bê firokevan jî firotine wî welatî. Şîrovekar dibêjin karvedanên Rûsyayê dê li dijî vê helwêsta Tirkiyê hebin ku li aliyê welatên rojava û Ukraynayê cih digire.

Tirkiye li kîjan alî cih digire?

Dr. Kerim Has, Akademîsyen, Pisporê Pêwendiyên Navdewletî û Rûsyayê, dibêje, “Dema ez li daxuyaniyên ku ji aliyê Enqerê ve hatine dayîn dinêrim, xuya dike ku Tirkiyê li aliyê Ukrayna û Rojava cih girtiye. Ez di wê bawerê de me ku Rûsya dê karvedanek ciddî nîşanî Tirkiyê bide û fatureyeke ciddî bo Rêveberiya Enqere û Erdogan derbixe.”

Tirkiyê di siyaseta xwe ya li Sûriyê de jî hevahengiyeke bihêz ligel Rûsyayê heye. Pisporê Siyaseta Navdewletî Îkbal Dure ji Rûdawê re ragihand ku eger Tirkiye tenê li aliyê welatên Rojava û Ukrayanayê cih bigire ev yek dê li Sûriyê peywendiyên di navbera herdû welatan de aloz bike.

Enstûrmanên Rûsyayê li dijî Tirkiyê

Îkbal Dure, Pisporê Siyaseta Navdewletî, radigihîne, “Eger Tirkiye beşdarî hevsengiyeke wiha bibe ku Rûsyayê aciz bike, Rûsyayê jî hinek enstûrman hene ku li dijî Tirkiyê bikar bîne. Ji van jî hevkêşeya Sûriyê a sereke ye. Eger Rûsya li Sûriyê li dijî grûpên leşkerî ên Tirkiyê û alîgirên wê operasyoneke ciddî bide destpêkirin, dibe ku encamên gelek nerênî yên vê yekê li Tirkiyê bo hikûmeta Ak Partiyê hebin ku di atmosfera hilbijartinan de ye.”

Şerê di navbera Ukrayna û Rusyayê de careke din Peymana Tengavan a Montroyê ya sala 1936an jî xistiye rojevê ku Tirkiye yek ji aliyên xwedî biryar ên wê peymanê ye. Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê  piştî operasyona Rûsyayê daxwaz ji Tirkiyê kir ku wan herdu tengavan li ber keştiyên Rûsyayê bigire. Lê Tirkiye berî destpêkirina şer ragihandibû ku ew dê di şer de pabendî Peymana Montroyê bibin ku maddeya 4emîn a wê peymanê dibêje “Di dema şer de eger Tirkiye ne aliyekê şer be, keştiyên bazirganî û şer barê wan çi be bila bibe dikarin di çarçoveya mercên maddeyên 2 û 3emîn de bi azadî di tengavan re derbas bibin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin