Rojnameger Robert Fisk wefat kir

Rojnameger Robert Fisk wefat kir

.

A+A-

Nûçegîhanê navdar ê rojnameya The Independent ê bi navê Robert Fisk roja 30'ê kewçêrê wefat kir.

Rojnameger û nivîskar Fist 30'ê mehê li mala xwe ya li Dublinê nexweş dikeve û radikin nexweşxaneyê. Fisk ê 74 salî li Nexweşxaneya St Vincent'sê heman rojê wefat dike.

Rojnameger Fist roja 12'yê tîrmeha 1946'an li Maidstone ya Îngilistanê tê dinê. Wî gelek bala xwe dabû ser Rojhilata Navîn ku dema Rojhilata Navîn dihat gotin ew dihat bîra mirovan. Tenê 30 salên xwe daser Beyrûdê. 

Robert Fist di salên 1970'yan de bûyerên li Îrlandayê, paşê derbeya 1974'an a li Portekîzê, Şerê Navxweyî ya Lubnanê, Destguhartina Rejima Îranê ya sala 1979'an, Şerê Sovyet-Afganistanê, Şerê Îran-Iraqê, Şerê Kendavê yê sala 1991'ê û paşê ketina hêzên DYA'yê ji bo Iraqê ya sala 2003'yan... Fisk ev û gelek bûyerên bi vî rengî  wekî rojnamegerekî şopandin, nûçe çêkirin, pirtûk nivîsandin.

Rojnameger Fisk di salên 90'î de gelek bûyer û binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarên kurdan jî wekî nûçe pêşkêş kirin. Di 2'yê gulana 1991'ê de bi fermana Waliyê Rewşa Awarte Hayi Kozakçioglu ew li Culemêrgê hat binçavkirin û paşê hat dersînorkirin.

Robert Fisk yek ji wan kesan bû ku di navbera salên 1994-97'an de sê caran ligel rêberê El-Kaîdeyê USame bin Ladin hevpeyvîn kir. Herî dawî dema Tirkiye li dijî Afrînê şer da dest pê kirin jî Fisk ji bo nûçeyê li wir bû.

Rojnameger Robert Fisk di sala 1968'an de li Zanîngeha Lancester lîsansa xwe, di sala 1985'an de jî ji Trinity College jî doktora girt. Ew xwedî gelek xelatên rojnamegeriyê ye ku li dinyayê wisa tê nasîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin