Rojnameger Çelîk û Koordînatorê Ma Musîce Kanîwar serbest bûne

Rojnameger Çelîk û Koordînatorê Ma Musîce Kanîwar serbest bûne

.

A+A-

Rojnameger Ferhat Çelîk û Koordînatorê Ma Musîcê Şêrko Kanîwar di 23yê Gulanê de hatibûn desteserkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk duh (24ê Gulanê) serbest bûye.

Çelîk 23yê Gulanê dema çûbû li Qereqola Hûzûrevlerî ya Amedê îfadeyê bide, polîsan ew desteser kiribû.

Li gorî nûçeya MAyê, Çelîkê ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin, hatibû desteserkirin, piştî îfadeya li navenda polîsan birine Edliyeya Amedê.

Dozgerî xwestiye ku Çelîk bi şertê kontrola edlî serbest bibe. Dadgehê bi şertê ku derketina wî ya ji derveyî Tirkiyeyê qedexe be, Çelîk serbest kiriye.

Kanîwar jî serbest bûye

Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar (Aslan Aydogan) di 23yê Gulanê de dema ji Almanyayê vegeriyabû Amedê, li Balafirgeha Amedê hatibû desteserkirin.

Kanîwar jî ji ber lêpirsîna 25ê Nîsanê hatiye desteserkirin ku li 21 bajaran polîsan 191 kes desteser kiribûn û rojnameger, parezer û siyasetmedar jî din av de zêdetirî 50 kesî hatibûn girtin.

Kanîwar piştî karûbarên fermî yên li navenda polîsan a Amedê qediyaye, birien Edliyeya Amedê, Piştî îfade daye, Kanîwar serbest bûye 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin