Rojbûna Te Pîroz Be Kurê Min!

Rojbûna Te Pîroz Be Kurê Min!

Necîp Yeşîl

A+A-

Sala 1994, 24ê gulanê bû. Li Stembolê berdestê sibê bi tîrêjên rojê re tu di zikê dîya xwe de dilebitiyî û tebat bi te nediket. Pê re jî sancîyên dayika te dest pê kirin. Êdî tu amade bûyî, te lez dikir, ji bo werî vê dinyaya xweş. Me gazî kirîvê xwe kir, ku paşê bû kirîvê te jî. Ez û kirîvê me, me dayika te bir nexweşxaneya zayînê.

Kelecanekê bi min girtibû, tebat bi min nediket, ez di ciyê xwe de nikaribûm bisekinim. Bi kelecaneke mezin li ber derîyê nexweşxanê li hêvîya te bûm. Êdî nizanim ez li ber derî, li vî serî û li wî serî çend gavan meşîyabûm, lê belê ez baş zanim ku pir li hev çûbûm û hatibûm.

Piştî çend seetan bijîşkê nexweşxanê mizgîniya xêrê dabû min. Êdî ez bûbûm bav. Coşeke mezin ketibû nava dilê min. Wek karika ku çav bi dayika xwe bikeve û ber bi dayika xwe baz de, bi kelecaneke mezin hatim ba te û dîya te. Te devê xwe kiribû pêsîra dayîka xwe û dimijîyayî. Min destê xwe di serê te da, bi te şa bûm û min nermik, nermik te û dayîka te maç kir.

Bawer bike ew roj û roja ku birayê te hate dinê di jîyana min de rojên herî xweş bûn. Zarokiya te jî wek her zarokekî bi ketin û rabûnê bû. Dema bê hal dibûyî em jî bi te re bê hal dibûn. Em gelek bi te şa dibûn. Me gelek bi nazikî û delalî te mezin kir. Li welatê xerîbîyê me te bi zimanê dayikê perwerde kir, urf û edetên xwe bi te da zanîn.

Tu bi bername bûyî, te bi eşqeq mezin perwerda xwe didomand. Te zanibû ku tu kes bê bername nagihîje armanca xwe. Te ji germahiyê hez nedikir û ber bi cîyê hênik ve diçûyî. Nizanim tê bîra te kurê min, orta zivistanê li malê te digot min, germ e û tu diçûyî balkonê. Te petekên kalorîfera oda xwe digirt. Yekcarna paca oda xwe jî vedikir. Dema ku tu li erebê siwar dibûyî te klîma zêde vedikir. Li ser vî awayî me gelek minaqeşe dikir. Wek ku te jî di dema nexweşîna xwe de gotibû mîrata klîmayê li te xistibû, tu 'satilcanî' bûbûyî, bê hal bûbûyî û yekcaran agirê te bilind dibû.

Piştî dilovanîya bapîrê te ez li Amedê li ba dapîra te bûm û min li wê derê xebera nexweşîna te bîhîst. Em bi têlefonê bi hev re peyivîn, te digot ‘meraq neke ez dermanê xwe dixum, ez dê baş bibim, tu li ba dapîra min be û jê re ne bêje Jîndar nexweş e, ji bo ku ew ber min nekeve. Îcabî hatina teyî Stenbolê jî nake.’

Ez çi bikim kurê min ew mîrata nexweşînê hiş û aqil di serê te de nehiştibû, te tenê 11 roj li ber xwe da. Ma me te wisa perwerde kiribû? Me her gav digot dibê merov têkoşer be, dibê merov ber xwe bide. Tu jî wisa mezin bûbûyî. Yekcaran dema ku tu bê hal dibûyî te qet li xwe danetanî. Îcar ev çi xezeb bû ku bi me de hat.

Ti di 12ê Hezirana 2016an de, wek wê roja ku tu ji dayika xwe bûyî, dîsa berdestê şeveqê seet şeş bû. Tu di nav nivînê xwe de û dîsa tebat bi te nediket germahîya canê te zêde bûbû, kelecanekê bi te girtibû, gurme gurma dilê te bû, êşê avêtibû serê te û êdî mêjîyê te dikelîya.

Mala minê, dîsa agirê te bilind bûbû, tu ji xew şîyar bûbûyî, bê hiş ji nav nivîna xwe hilpetikî bûyî, te dayîka xwe û birayê xwe di xew de hişt û pacê vekir ji bo ku hênik bibî.

Te li rojê nihêrt rojê li te nihêrt. Bû gurme gurma ewr û esman, pê re jî bû şîrqe şîrqa brûskê. Rojê xwe qermiçand, ewr ket pêşîya rojê, roj wenda bû, dinya bû tarî û tu di bîst û du salîya xwe de çûyî rêya çûn û nehatê.

Pêra jî xebera reş ji min re hat. Hewar û gazî ket nav malbatê û heval û hogiran. Te digot "îcabî hatina te nake". Lê piştî çûyîna te min fahm kir ku belkî jî îcabî hatina min dikir. Ez dê bi hindikayî çend seetan an jî çend rojan li ba te bûma.

Tu zanî kurê min? Piştî çûyîna te em çûn zankoya te, me mamoste û hevalên te dîtin. Hevdîtinek pir bi xemgînî bû. Tev ecêbmayî mabûn û ji bo te digotin "xortekî gelek jîr bû, di perwerdeya xwe de her tim serkeftî bû, her tim di dereceyên bilind de bû û gelek caran jî yekemîn bû”.

Hevalên te û mamyosteyên te di daristana zankoya te de şaxek danîn û navê te li ser xistin. Ji bo ku navê te tim di zankoya te de bimîne.

Kurê min ku tu neçûba îro me yê rojbûna te bi hev re pîroz bikira. Dû re jî îsal sala te yî dawî bû, me yê li zankoya te mezûnîyeta te pîroz bikira. Te yê bi hevalên xwe re şewqa xwe biavêta hewayê û te yê dîploma xwe bistanda. Lê ez çi bikim? Te pir zehmetî kişand pir xebitiyî, lê qet meraqa neke ew keda te û xeyalên te wê heta hetayê di bîra me de bin. Te me hişt û çûyî ba bapîrê xwe. Ez çi bêjim kurê min? Tu xweş helal bî, cîyê te bihuşt be. Tê tim di bîra me û dilê me de bî. Rojbûna te pîroz be kurê min.


(*)- Jîndar Necip Şêx Mahmudê Ferqinê; Di sala 2016’an de fena ku di ve nameyê de agah dibe  di ciwanîya xwe ya 22 salî de çûbû heqiyê. Beri ku ev biçe heqîyê Kurdperwerê navdar bavpîrê wî ji koçî jîyanê kiribû…

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin