'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'

'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'

Malbata Apê Mûsa bi wesîleya sed salîya wî ji bo pîrozbahîya rojbûnê vîdeoyek berfireh amade kir. Rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û gelek kesayetên din di vîdeoyê de rojbûna Apê Mûsa pîroz dikin.

A+A-

Malbata rewşenbîrê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) bi rasthatina salvegera rojbûna sed salîya wî li ser YouTube bi beşdarîya rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û kesayetên tên nasîn vîdeoyek amade kir. Di vîdeoyê de ji rewşenbîran bigire heta nevîya Apê Mûsa, Asîwa rojbûnê pîroz dikin. Her kes di vîdeoyê de dibêje "Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa" û "Rojbûna te pîroz be yabo/kalo." 

 

Di destpêka vîdeoyê de Apê Mûsa diaxive û helbesta ku helbestvanê kurd Zekî (Jîr) ji bo wî nivîsandîye dixwîne. Apê Mûsa di vîdeoya ku di 5'ê tebaxa sala 1990'î de hatîye kişandin dibêje ji ber ku navê wî ji bira ango kurmancî Şêxmûs e helbestvan jî bi navê "Apê Şêxo" helbest jê re nivîsandîye û dixwîne. 

 

Piştî xwendina helbestê kesayetên ji rewşenbîr, sîyasetmedar, nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnameger û ferdên malbata Apê Mûsa pêk tê dibêjin "Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa." 

 

Nevîya Apê Mûsa, keça Dîcle Anter, Asîwa ku qet kalikê xwe nedîtîye dibêje "Rojbûna te pîroz be kalo." 

 

Her wiha vîdeo bi fîkandina kurdî dest pê dike û bi fîkandina kurdî bi dawî dibe. Her kes bi kurdî rojbûna Apê Mûsa pîroz dike.  

 

Navên ku di vîdeoya Dîcle Anter û hevjîna xwe Hêlîn amade kirine de wiha ne: 

 

"Nejat Cemîloglû, Nacî Kutlay, Îsmaîl Beşîkçî, Sînemxan Bedîrxan, Anter Anter, Abdullah Civak, Pervîn Çakar, Nakî Kaftancioglû, Cemal Alemdar, Rahşan Anter, Ozgur Mûmcû, Ragip Zarakolû, Bêrîvan Bîngol, Ciwan Haco, Selîm Okçûoglû, Şenol Yorûzlû, Emîne Ocak, Baran Çuruklu, Azîz Zapsû, Aynûr Dogan, Yurdanur Serhat, Metîn Kahraman, Ahmet Ogut, Rakel Dînk, Asîwa Anter, Mem Ararat, Îsmet Îlhan, Remzî Azîzoglû, Nûra Konak, Ozcan Alper, Huseyîn Aykol, Zeynep Altiok, Alî Dûran Topûz, Ahmet Tîrgîl, Bekîr Kaya (bi nivîskî), Ayşegul Dogan, Omer Şêxmûs, Roşan Lezgîn, Sara Anter, Rûmet Serhat, Ragip Dûran, Rewşan Çelîker, Nûray Şen, Berken Bereh, Çayan Demîrel, Gulten Kaya, Mehmet Akbaş, Bahoz Şavata, Dara Kirmizitoprak, Dîcle Anter, Eren Keskîn, Fehîm Taştekîn, Îlkay Akkaya, Mîkail Aslan, Remzî Yildirim, Selîm Temo, Merve Anter, Îbrahîm Gurbuz, Sakîna, Selahattîn Demîrtaş (bi nivîskî), Nûrettîn Erkan, Refah Konrad, Zana Farqînî, Levet Pandir, Mazlûm Çîmen, Abît Dûrsûn, Banû Guven, M. Siddik Torûn, Sûna Aras, Mûtlû Cîvîroglû, Battal Batê, Erşan Çuruklu, Orhan Aydin, Rojan Çakar, Rotînda, Selîm Olçer, Hatîce Çoban, Serhat Bûcak, Şevket Altinakar, Meryem Goktepe, Zehra Dogan, Sezgîn Tanrikûlû, Kazim Oz, Ahmet Pandir, Bulent Gunduz, Dilawer Zeraq, Eren Aysan, Fehîm Işik, Ferda Çetîn, Fîkrî Kutlay, Gul Erdost, Kemal Kahraman, Osman Baydemîr, Elî Qazî, Hasan Bîldîrîcî, Firat Cewerî, Fasla Anter, Sertaç Ekîncî, Hakki Boltan, Lal Laleş, Ûdî Yarvant, Aydin Orak, Adîle Yadirgi, Dara Kaya, Mîthat Sancar, Nûr Surer, Mahmût Alinak, Firat Konak, Fewzî Bîlge, Ingrid Fadnes, Aslan Aslan, Bayram Balci, Esra Çîftçî, Gunay Aslan, Kenan Azîzoglû, Cahît Mervan, Jînda Zekîoglû, Hekîm Sefkan, M. Wenda Koyuncu, Farûk Sakik, Mahmût Rûvanas, Guler Yildiz, Gokhan Altay, Mujdat Can, Ahmet Kanbal, Rojda Aydin, Erdogan Alayûmat, Îrfan Karaca, Hêlîn."

 

Dîcle û Hêlîn Anter bi boneya sed salîyê bi vîdeoyê re vê peyamê weşandin: 

 

“Sala bûyîna min wek 1344 (1924) hatibû nivîsandin. Paşê min bi rêya dadgehê emrê xwe wek 1336 (1920) sererast kir. Lê ev jî ne rojbûyîna min a rast î bû. Dîya min ji min re digot: 'Tu piştî Fermana Fileyan hatî dinyayê.' Komkûjîya Ermenan 1915an dest pê kirîye heta 1917an berdewam kirîye, li gorî vê dibe ku dîroka bûyîna min 1917 an jî 1918 be.” nivîskar Mûsa Anter di pirtûka xwe ya bi navê “Bîranînên Min” de wisa dibêje.

Ji wê roja ku silav dayî dinyayê heya wefata xwe Mûsa Anterî jîyaneke pirrşahîdî, pirrbertewanî û pirrdozî bihurand, her çend zêdetirê jîyana xwe di girtîgehan, mişextîyê, nav îşkence û êşan de derbaskiri be jî, her tim bi alîyê mîzaha xwe ya bihêz û rûkenîyê xwe bi eşq û rêzdarî girê da jîyanê. Pêşbîn, wekhevîxwaz, hevçax, empatîhez, xwedî dil û zihneke ciwan bû. Wêrek û zîrekekê wisa bû ku Sûleyman Demîrelî bo dûelloyê vexwend çîyayê Cûdî. Wekî hevalê wî Canîp Yildirimî gotî, ew yê ku li dijî zalimtirîn û bêrehmtirîn dewletê bi pênûsa xwe şer dike bû…

 

Li gorî qeydên fermî 100. salîya zanyarê dîroka Kurdan 'Çinara Sedsalî' Mûsa Anter 2020 e, em ê jî vê salê wek 'Sala Apê Mûsa' bi kûratorîya M. Wenda Koyuncu bi çalakîyên cûrbicûr pîroz bikin, di nav van çalakîyan de pêşangehên li welêt û derveyî welêt, konser û panel dê bihata sazkirin lê mixabin ji ber COVID-19ê me çalakîyên difikirî taloqî dîrokekê pêş kirin. Çaxa tesîra şewbaya li ser jîyanê kêm bû em ê dîrok û cihê çalakîyan bi dema herî nêz de bi raya gel ra parve bikin.

 

Di van rojên ku em mecbûrî malê bûne de em fikirîn ku çi bikin û me biryar da ku em li ser navê Mûsa Anter ji bo parvekirinan rûpelên instagram û facebookê vekin. Armanca me ew e ku em Mûsa Anterî bi çawkanîyên herî rast, pêbawer û yekem bide nasîn û çi li ser navên wî hatibe kirin wan ji bo arşîvê berhev bikin. Di van rûpelan de pêşî me ji pirtûkên Anterî jêgirtin kirin, bi vê yekê me xwest hem em wî ji bo hezkirîyên wî bibîrbînin hem jî ji nifşên nû re bidin nasîn. Yek ji armancên me yên van parvekirinan ew bû ku em bi wan kesên bi Mûsa Anterî ra xebitîne û xebat li ser nivîsandîne têkilîyê danîn, wan xebatên wan bi hûr û kûr tesnîf bikin da ku em di derbarê Anterî de platformeke ya agahîyên rasteqîn biafirînin.

 

Îsal ji bo minasebeta 100 salîya rojbûna Mûsa Anterî me digelheval, nivîskar, rojnameger, muzîkjen, hunermend û kesên ji malbata wî tê de ji sed kesan zêdetir hêvditin pêkanîn, me ji wan bi vîdyoyekê dîmenên xwe yên gotina 'ROJBÛNA TE PÎROZ BE APÊ MÛSA' rîca kirin. Me ew dimenên hatin şandin bo weşanê pêvxist û amade kir. Ev kesên ku dixwazin beşdarî vê pîrozkirina rojbûnê ya sembolîk bibin dikarin vîdeoyên xwe li ser rûpelên xwe parve bikinû beşdarî me bibin. Bi hezkirin û rêzê."

 

Ji bo Lînka vîdeoyê bitikînin: 

1-101.jpg

 

MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin