
Alozî û dijhevî kevtiye navbera taqimên desthilatar li Îranê
.
Piştî ragihandina Donald Tiramp li derheq lihevkirina digel paşmaweyên rêjîmê, dijhevî û aliziyên li navbera taqimên desthilatar û çeteyên ser bi wan taqiman gelek zêde bûne û li çendîn bajaran de wan çete û taqimên ser bi wan aliyan, gotin û dirûşmên tund bi dijî hev dane.
Beşek ji wan taqimên alîgirê şer digel Amerîkayê, taqima danûstandinkar bi îxanetkar û xwefiroş binav kirine û dirûşmên wek şermê bikin, dest ji desthilatê berdin didan û lihevkirinê bi îxanet bi xwîna rêberê rêjîmê binav dikin.
Ji aliyê din ve hinek ji taqîman, lihevkirin bi danûstandin digel Yezîd binav kirine û hinek din dawîhatina şer bi nemana Îsraîlê ve girê dane û hinek ji wan daxwaza kuştina berpirsên pêwendîdar bi danûstandinê kirine.
Hinek ji alîgirên danûstandinê jî gef li taqîmên din xwarine ku bi kombûnan dijî danûstandinê disekinin û rêjîm dê li hember wan kombûnên wan bisekine û wan siza bike.
Ji aliyê din ve taqimên alîgirê danûstandinê îdia dikin ku danûstandin derfetek bo xweamadekirinek dubare ye ku ji aliyê taqimên dijî danûstandinê bi teslîmbûnê tê binavkirin û gefa herifandina kabîneya danûstankar dikin.
Vê peyama Tiramp tevlîheviyekî zêde di nava rêjîmê de çêkiriye, û xuya nine kanê dê kîjan alî bikare qisa xwe bisepîne?

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin