Şandeke serbazî ya Îraqê li Hewlêrê ewlehiya zeviyên petrolê nîqaş dike

Şandeke serbazî ya Îraqê li Hewlêrê ewlehiya zeviyên petrolê nîqaş dike

.

A+A-

Şandeke bilind a serbazî ya Îraqê vê sibehê gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, daku garantiya ewlehiya zeviyên petrolê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê nîqaş bike.

Şandeke bilind a serbazî ya Îraqê bi serokatiya Sererkanê Artêşê Ebdulemîr Reşîd Yarelah vê sibehê (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ew şand dê çend pirsên ewlehiyê ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîqaş bike, ku ya herî dê misogerkirina ewlehiya zeviyên petrolê be.

Ev serdan di demekê de ye ku, di civîna borî ya di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên petrolê de, daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hatibû kirin ku garantiya ewlehiyê ji bo destpêkirina belavkirin û zêdekirina hinardekirina petrolê bide.

Di dema borî de, zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê rûbirûyî gelek êrîşên dron û mûşekan bûbûn, ku ev yek bûbû sedema rawestandina berhemanîn û hinardekirina petrolê ji bo demekê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin