
Roberta Metsola bû seroka Parlamentoya Ewropayê
.
A+A-
Namzeda Partiya Gel a Ewropayê (EPP) Roberta Metsola, cardin weke Seroka Parlamentoya Ewropayê (PE) hate hilbijartin.
Piştî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê yên 6-9ê Hezîranê Parlamentoya Ewropayê yekem civîna xwe li dar xist.
Di civata giştî ya PEyê de hilbijartina serokê Parlamentoyê hate kirin û di dengdanê de, ji bo cara duyemîn namzeda EPPê ya ji Maltayê Robert Metsola, hate hilbijartin. Metsola ji 669 dengan 562 dengên parlamenteran wergirt û bû seroka Parlamentoya Ewropayê.
Piştî ku serokê berê yê PEyê David Sassoli'nin 11ê Çileya 2022an koça dawî kiribû Metsola bi wekalet hatibû ser kar û wê 2,5 salên din seroktiya parlamentoyê bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin