Rêwîtiya Kurdan a ber bi Amerîkayê ve: ‘Em şepirze bûn’

Rêwîtiya Kurdan a ber bi Amerîkayê ve: ‘Em şepirze bûn’

.

A+A-

 Li gorî agahiyên fermî yên saziya Parastina Sînorî ya Amerîkayê di 18 mehan de 33 hezar koçber ji Meksîkayê derbasî Amerîkayê bûne.

Saziyê diyar kir ku beşeke zêde ya wan koçberan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.

Beşeke koçberan ji Amerîkayê derbasî Kanadayê dibin û hin ji wan jî li Amerîkayê bi cih dibin lê pêvajo ne hêsan e.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji malbateke Kurd a ku ji Meksîkayê derbasî New Yorkê bûye çîroka wan pirsî.

Ew malbata Kurd ji 3 kesan pêk tê ku kurê wan ê 9 salî jî bi wan re ye û wan nexwest ku rûyên wan diyar bibe.

“Dibêjin tenê Tirk hene, Kurd nînin”

Koçber Kurd ê ku tevî malbata xwe ji Meksîkayê derbasî Amerîkayê bûye Kerem A. got:

“Kesek ji kêfa xwe ji welatê xwe dernakeve. Dewlet her tim li ser Kurdan zext û zordariyê dike. Her roj sîyasetmedarên Kurd tên girtin.

Her roj dibêjin tenê Tirk hene, Kurd nînin. Min jî êdî nexwest kurê min li wir mezin bibe. Em hatin vir.”

Malbatê beriya 20 salî ji Mêrdînê koçî Stenbolê kiriye û berî 3 mehan jî berê xwe daye Amerîkayê.

Hevjîna Kerem, Zeynebê diyar kir ku wê bixwe hez nedikirîye were lê hevjînê wê ji bo paşeroja kurê wan ew qayîl kiriye lê di rê da hindik maye ku kurê wan canê xwe ji dest bide.

Zeynebê herwiha destnîşan kir ku wan 23 hezar dolar dane qaçaxçiyan daku bigihêjine Amerîkayê lê niha pirsgirêkên wan di serî de ziman, mal û karek e.

“Tiştên me hemû ji me stendin”

Koçbera Kurd Zeynep A.yê jî li ser rêwîtî û rewşa xwe anî ziman:

“Me rêya xwe şaş kir. Em ketin golekê. Hindik mabû kurê min bixeniqe lê zilamê min ew xilas kir. Em şepirze bûn, me rê nedidît. Em di rêya Meksîkayê re hatin. Em di kampê de man.

Wan di roja sêyem de em berdan. Gelekî zehmet e. Tiştên me hemû ji me stendin. Cil û bergên me hemû. Ji ber wê jî em şepirze bûn. Niha jî em di cihên bêmalan de dimînin.

Cihê ku em lê dimînin ne rehet e. Dema em diçin û tên navê me dinivîsin. Bi taybetî jî ji bo kurê min zehmet e, aciz dibe. Zilamê min niha karê wî tune. Li karekî digere lê ziman nîne.”

Ji sala par ve ji 90 hezarî zêdetir koçber gihîştine New Yorkê.

Zêdetirî wan koçberan ji welatên Latîn ên wekî Meksîka, Kolombiya, Ekvador, Venezuela û El Salvadorê ne.

Ji ber ku êdî di cihên bêmalan de cih nemaye rêveberiya New Yorkê bi hin otelan re peymanek çêkiriye û ev otel tenê ji bo koçberan tên bi kar anîn.

Li Teksasê di kampan de dimînin

Hejmara Kurdên ku di ser welatên Latîn re îltîcayî Amerîkayê dikin roj bi roj zêdetir dibe.

Welatiyên Tirkiyeyê bêvîze dikarin biçin Meksîkayê ji ber vê jî welatiyên Tirkiyeyê vê rêyê bi kar tînin.

Koçber dema ku ji Meksîkayê derbasî Amerîkayê dibin li Teksasê di kampan de dimînin.

Piştre jî dema ku sponsorên wan hebin tên berdan.

Rêveberiya Teksasê penaberan li eyaletên din belav dike ku di serî de New York tê.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin