
Rêveberiya Xweser ji bo wezaretên hikûmeta Şamê lîsteya nûneran amade dike
.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya amadekariyên îdarî de, dest bi amadekirina lîsteya nûnerên pêkhateyên herêmê kir da ku di nav wezaretên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de cih bigirin.
Tê gotin ku ev pêngav li ser bingeha pîvanên "şarezayî û pisporiyê" tê avêtin.
"Pisporî û jêhatîbûn"
Çavkaniyekî ji Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re got, ji bo diyarkirina karmendên çalak û pispor amadehiyên berfireh tên kirin.
Armanc ew e ku ew nûner di wezaretên hikûmeta veguhêz de erkên xwe bi cih bînin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Rêveberiya Xweser di hilbijartina navan de giraniyê dide ser du pîvanên sereke ew jî pisporî û jêhatîbûn e.
Bi vî awayî tê xwestin ku ezmûn û şarezayiya karmendên herêmê ji bo xurtkirina xebatên wezaretan werin bikaranîn.
Sazî dibin yek
Çavkaniya Rûdawê herwiha eşkere kir, ev nûner dê di astên wezaret, desteyên bilind, şandeyên dîplomatîk û balyozxaneyan de bin.
Ev hewldan di çarçoveya yekkirina saziyan û avakirina rêveberiyeke hevbeş de tên kirin.
Bi tevlîbûna pisporên herêmê di nav hikûmeta veguhêz de, tê armanckirin ku dosyeyên îdarî û xizmetguzarî bi awayekî bibandortir werin birêvebirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin