Rejîmê li Pîranşar û Nexedeyê dukanên welatiyan plomb kirin

Rejîmê li Pîranşar û Nexedeyê dukanên welatiyan plomb kirin

.

A+A-

Rejîmê li Pîranşar û Nexedeyê ji bo kontrolkirina rewşê û sizakirina welatiyên ku li dijî rejmê di grevê de ne, çend dukan daxistin û plomb kirin.

Xelkê Pîranşehr û Nexedê jî bi vê sedemê dukanên xwe daxistine û dibêjin heta ku dukanên welatiyên dinê yên ku ji aliyê rejîmê ve hatine daxistin, neyêne vekirin, emê li ser grevgirtina xwe berdewam bin.

Duh li piraniya bajarên Kurdistanê xelkê pêşwaziya daxwazkariya mangirtina seranserî ya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê kirin û dukan û bazarên xwe daxistin û nayek dinê gotine rejîma Îranê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin