Rêjîma Îranê bi dronan êrîş kire ser Kempa Hizba Demokrat

Rêjîma Îranê bi dronan êrîş kire ser Kempa Hizba Demokrat

.

A+A-

 Komara Îslamî ya Îranê pêleke din ji êrîşên xwe yên dronî kire ser binke û kempên Hizba Demokrat li Kempa Azadiyê li nêzî bajarê Koyê.

Di vê êrişa nû de, mal û cihê sivîlane bûne armanca dironên rêjîma cinayetkar a komara îslamî.

Ev êrîşa di demekê de ye ku îro piştî êrîşa mûşekî a rêjîmê bo ser Îsraîl, artêşa Îsraîl li bersivê de, êrîş kiriye ser dehan bajar û navendên leşkeriye rêjîmê li Îranê de.

Ji destpêka şerê 40 rojî heta niha, Komara Îslamî bi berdewamî baregeh û binkeyên Hizba Demokrat û partiyên din yên Rojhilatê Kurdistanê kirine armanca êrîşên xwe.

Di encama wan êrîşan de heta niha dehan kes ji pêşmerge û xelkê sivîl yên ser bi hizbên Rojhilatê Kurdistanê şehîd û birîndar bûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin