Rapora PEN Internationalê ya 2021ê: Kaos, pevçûn, necezakirin

Rapora PEN Internationalê ya 2021ê: Kaos, pevçûn, necezakirin

.

A+A-

Li gorî rapora PEN Internationalê, hikûmetan bi mehneya pandemiya Covid-19ê, azadiya xweîfadekirinê di sala 2021ê de bêhtir asteng kirine.

PEN Internationalê rapora xwe ya sala 2021ê aşkere kiriye. Di raporê de him behsa rewşa cîhanê hatiye kirin him jî zor û zextên li ber nivîskaran ên li welatên cida hatiye kirin.

Rapor bi ser navê “Kaos, peçvûn, necezakirin” hatiye weşandin û hatiye gotin ku hikûmetan pandemiya Covid-19ê di sala wê ya duduyan de jî ji bo sansurkirina rexneyên li dijî polîtîkayên xwe bikar anîne.

Li Bangladeş û Venezûelayê platformên înternetê hatine girtin, rojnameger ji ber “nûçeyên derew” weşandine, hatine girtin.

Li Tûnisê Covid-19 ji bo rûxandina hikûmetê û serokomar kar û barên parlamentoyê bidawî bike rewa nîşan bidin, bûye mahne.

Di encama van û çendîn tiştên din de gelek nivîskar û endamên PENê ji bo ewlehiya xwe, reviyane. Kesên li paş mane jî bi darê zorê hatine bêdengkirin. Li Afganistanê, piştî ku Talîbanê Kabûl bidest xist, du endamên PENê Abdûllah Atefî û Dawa Khan Menapal kuştine.

Hêzên darbekar li Myanmarê helbestvan Myint Myint Zin û K Za Win jî di nav de bi kêmanî pênc nivîskar û helbestvan kuştine.

Hêzên emniyetê di çalakiyekê de gule bera ser helbestvan Khet Thi dane û ew revandine, paşê jî bi îşkenceyê kuştine.

Li Bangladeşê nivîskar Mushtaq Ahmed dema desteserkirî bû, miriye. Li Lubnanê nivîskar û weşanger Lokman Slîm, li derveyî Beyrûdê di wesayîta xwe de, li Meksîkayê rojnameger û nivîskar Fredy Loper Arevalo li ber mala xwe, li Hollandayê nûçegîhan Peter R. de Vries jî li Amsterdamê bi guleyan hatine kuştin.

Li Qazaxistanê helbestvan Aron Atabekê ku 18 sal in girtî bû, beriya ji girtîgehê derkeve bi demeke kurt, ji ber Covid-19ê miriye.

Di lîsteya bûyeran a PEN Internatîonalê de behsa girtin û zextên li ser nivîskarên Çîn, Tirkiye, Misir, Îran û Kubayê jî hatiye kirin.

Ji bo tevahiya raporê, bitikîne

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin