"Rabîa wan 4 bû, bû pênc"

"Rabîa wan 4 bû, bû pênc"

Dewlet Bahçelî rabîaya serokkomarê Tirkiyeyê ya 'yek al', 'yek dewlet', 'yek milet' û 'yek watan' pêkdihat, ne razî ye û xalekê din 'yek ziman' jî lê zêde kirîye û kirîye pênc yanî bûye pênc tilî

A+A-

Serokê MHP (Partîya Herekata Neteweperest) Dewlet Bahçelî rabîaya serokkomarê Tirkiyeyê ya 'yek al', 'yek dewlet', 'yek milet' û 'yek watan' pêkdihat, ne razî ye û xalekê din 'yek ziman' jî lê zêde kirîye û kirîye pênc yanî bûye pênc tilî. Li gor wî yek ziman ulkiya wî ya nedevjêberdayîye.

Serokokmarê dewleta Tirk Recep Tayyib Erdogan û serokwezîrê Hikumeta Binalî Yildirim di her axaftinê de van xalan xalan dubare dikin û di nimayêşên xwe de bi xelqê didin tekrarkirin.

Ne dûr aqila ye êdî pê ve ew ê di şûna 4 tilîyan de wek hevkarê xwe yê referandûmê pênc tiliyên xwe bilind bikin û alîgirên xwe silav bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin