Qîmetê 1 grama her gotina kurdî 1000 kîlo zêr e

Qîmetê 1 grama her gotina kurdî 1000 kîlo zêr e

Remzî Kerîm

A+A-

Her cara desthilatdarên tirk behsa zimanê kurdî dikin, bi ”henekan” dest pê dikin,; ji ”biçûkbûn”, ”ne zimanbûn”, ”bi kurdî zanist nabe”, ”kurd bixwe jî tirkî ji tirkan baştir dizanin”, ”unîversîteyên kurdî li bakurê Îraqê lîstikên zarokan in” ”kurdî bi kêrî zanist û edebîyatê nayê” Ûhwd.

Qanûna Bingehîn: Bend 42: ”Ji bilî zimanê tirkî tu zimanekî din, nikare li dezgehên perwerde û hînkirinê wekî zimanê dayîkê, ji bo hevwelatîyên tirk bê xwendin, bê fêr kirin.”

”Tirk anku ziman. Yek ji taybetmendîyên zelal yên netewebûnê ziman e. Zimanê tirkî ji zimanên herî zengîn e, bi tenê bi zanîn bê bi kar anîn. Miletê tirk yê ku welatê xwe, azadîya xwe ya hêja diparêze, divê zimanê xwe jî ji bin nîrê zimanên bîyanî rizgar bike.”
Mustefa Kemal Ataturk.

”Eger li Beqaayê, li Qendîlê perwerdeya kurdî nikare bê kirin… Berî her tiştî rêveberên PKKyê dizanin. Bi kurdî perwerde nikare bê kirin. Eger bihata kirin, divîyabû perwerdeya li kampên Bekaayê bi kurdî bûya… Murat Karayilan bi telsizê bi tirkî fermanan dide… Abdullah Ocalan bi tirkî dersa dide, bi tirkî dinivîse… Mîlîtanê PKKyê rojaneyên xwe bi tirkî dinivîsin….Civîn û kongre bi tirkî…
Bi perwerdeya bi kurdî em nagihin derekê; Berî hertiştî kurdên me vê yekê dizanin…” Dogu Perinçek, serokê Vatan Partisi
http://vatanpartisi.org.tr/…/isci-partisi-genel-baskani-dog…

”Kurdî ne zimanê zanistê ye”. Ekmeleddin Ihsanoglu (Demekê li hember Erdogan, berbijêrê serokkomarîyê (CHP) bû.
https://www.ilkehaber.com/…/ekmeleddin-ihsanoglu-kurtce-bil…

Doçent Dr. Ali Kemal Ozcanê ku Erdogan berî hilbijartina şaredarîya Stembolê û nameya Ocalan ya piştgirîya AKPyê, bi destê wî da belav kirin: ”Kurdî nikare bibe zimanê edebîyat û zanistê.”
https://www.yenicaggazetesi.com.tr/imraliya-bile-bile-gonde…

”Eger Kurdistan ava bibe, wê ziman 50 salên din jî zimanê tirkî be.” Abdullah Ocalan. (Doğu Perinçek, Abdullah Öcalan İle Görüşmeler, Kaynak Yayınları, Genişletilmiş 6. basım, İstanbul, Eylül 2009, s. 49 vd ; 120, 152)
Yên ku henekên xwe bi zimanê kurdî dikin, hemû ”profesor”, ”doçent”, ”Dr.” û giregirên rêvebirên dewleta tirkî ne. Xewna wan e ku kurd bi kurdî nepeyivin, zimanê xwe biçûk bikin, biçûk bibînin, li ser û ji bo ”Kurdistanê” bi tirkî bipeyivin, bi tirkî binivîsin. Tirk dixwazin kurd ji ber kîjan argumanê be, bila bibe tirkî bikin zimanê danûstandinê. (Bêguman kurdên ku dibêjin ”kurdîya akademîk tuneye”, avê dibin ser aşê tirkên dibêjin; bi kurdî zanist nayê nivîsandin).

Xewna tirka
Eger kurd bawerîyê bi derewên tirkan bînin, eger kurd bi kurdî nepeyivin, eger kurd zarokên xwe fêrî kurdî nekin, eger kurd xebata perwerdeya bi zimanê kurdî bilind nekin, eger kurd qedrê zanîngehên Duhok, Zaxo, Soran, Hewlêr, Koye, Silêmanî û Helebçeyê nezanin, eger kurd qasî girîngîya serokşaredarîya bajarekî tirka girîngîyê nedin perwerde û resmîbûna zimanê kurdî, eger desthilata kurdî li başûr hemû îmkanan ji bo perwerdeya bilind ya bi zimanê kurdî tirxan neke, eger kurd bixwe qîmetê zimanê xwe nizanibin, hingê xewna tirka dibe rastî

Kabusa tirka
Bê guman tirk dizanin; eger kurd bawerîyê bi derewên wan neynin, eger kurd bi kurdî bipeyivin, eger kurd zarokên xwe fêrî kurdî bikin, eger kurd xebata perwerdeya bi zimanê kurdî bilind bikin, eger kurd qedrê zanîngehên Duhok, Zaxo, Soran, Hewlêr, Koye, Silêmanî û Helebçeyê bizanin, eger kurd qasî girîngîya serokşaredarîya bajarekî tirka girîngîyê bidin perwerde û resmîbûna zimanê kurdî, eger desthilata kurdî li başûr hemû îmkanan ji bo perwerdeya bilind ya bi zimanê kurdî tirxan bike, eger kurd bixwe qîmetê zimanê xwe bizanibin, hingê xewna tirka dibe kabûs.
Tu kîjanê dixwazî? Xewna tirka bi cih bê (”şildim bildim” bibe zimanê kurda)? yan peyvên kurdî her şev xewna giregirên dewleta tirkî û ”profesor” û piştgirên wan li wan bike kabus?

Biryar biryara me ye..

Qîmetê 1 gram her gotina kurdî 1000 kîlo zêr e? Na. Nirx û qîmetê kurdî bi zêra nayê pîvan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin