Qayûmê Amedê al bi dikanên girtî ve kirin

Qayûmê Amedê al bi dikanên girtî ve kirin

Li Amedê, Walîyê Amedê ku di heman demê de Qayûmê Amedê ye biryar da ku alan bi dikanên girtî ve bidaliqînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karên Hundir a Tirkîyeyê ji ber vîrusa koronayê ji bo 30 bajarên mezin û bajarê Zonguldakê biryara qedexeya derketina derve da. Bajarên kurdan Amed, Wan û Mêrdîn jî di nav de ne. Li van deran dikan girtî ne, mirov dernakevin derve.

Li Amedê, Walîyê Amedê ku di heman demê de Qayûmê Amedê ye biryar da ku alan bi dikanên girtî ve bidaliqînin. Li ser vê yekê karkerên girêdayî şaredarîyê li Sûrê al bi dikanên girtî ve daliqandin û ev wêne derket holê. Em bêşirove wekî wêneyê rojê pêşkêş dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin