Qeyûmê Êlihê ewil Zimanê Kurdî ji malperê rakir!

Qeyûmê Êlihê ewil Zimanê Kurdî ji malperê rakir!

Qeyûmê şaredarîya Êlihê, zimanê Kurdî ji malpera fermî ya şaredarîyê rakir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Qeyûmê şaredartîya bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê weke ji yekem karên destpêkê, zimanê Kurdî ji malpera fermî ya şaredarîyê rakir.

Berî danîna qeyûm malpera fermî ya şaredarîya Êlihê, bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî xizmetguzarî pêşkêş dikir.

Lêbelê bi danîna qeyûm, zimanê Kurdî ji malpera şaredarîyê hat rakirin û niha zanyarî tenê bi zimanê Tirkî tên belavkirin.

Herwiha li gel zanyarîyên derbarê hevşaredarên berê de, hemû nivîsên bi zimanê Kurdî jî li malpera şaredarîyê hatin rakirin.

Herwiha li gor zanyarîyan, gelek biryarên hevşaredarên berê ji alîyê qeyûm ve hatine hilweşandin.

Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê berê ku ji kar hatibû dûrxistin, li hejmara xwe ya tora civakî ragihand ku wan hejmareke avahîyên ku bi qaçaxî dihatin çêkirin û metirsî ne li ser jîyana xelkê, rawestandibûn, lêbelê li gor hevşaredarê berê, bi biryara qeyûm ew avahî careke din tên çê kirin.

Roja 23ê Adarê hevşaredarên Êliha Bakurê Kurdistanê ku li ser lîsta Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû danîn.

HDPê di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de, şaredarîyên 3 bajarên  mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibûn.

Lêbelê heta niha bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, yek jê bajar, 4 bajarok û 32 navçe ji destê HDPê hatine stendin û qeyûm li ser hatine dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin