
Qatil piştî Denîz Poyraz kuşt wêneyê wê parve kir
.
A+A-
Qatil û êrişkar Onur Gencer, piştî ku ket avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir, piştre wêneyê wê kişand û di hesabê xwe yê Whatsappê de parve kir.
Onur Gencer ê 27 salî, di saetên nîvro de, ket avahiya Rêxitina HDP’ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz a dil girtibû, qetil kir. Gencer ê xwest avahiya partiyê bide ber agir, ji aliyê polîsên ku gehiştin cihê bûyerê ve hat biçavkirin.
Derket holê ku qatil û êrişkar Onur Gencer piştî êrişa xwe ya bixwîn wêneyê Denîz Poyraz a di nava xwînê de ma bû kişand û di rewşa xwe ya WhatsAppê de parve kir. Hat dîtin ku Gencer wêneyê Denîz bi gotina “yek term” parva kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin