PZK: Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehiyê dixwazin

PZK: Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehiyê dixwazin

.

A+A-

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî li ser gotinên Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk daxuyaniyek belav kir 

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî li ser gotinên Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyê Ziya Selçuk daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Wezîrê Perwerdê Ziya Selçuk bi xwe di zanista perwerdê de profesor e. Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wusa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşî raya giştî bikin.”

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Komîsyona 21ê Sibatê kampanyayekî ji bona perwerdeya bi zimanê Kurdî dest pê kiriye. Kampanya bi zelalî ji rayedarên dewletê dixwaze ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û bibe zimanê fermî. Ji bona vê armancê Komîsyona 21ê Sibatê îmzeyan kom dike. Him li ser internetê û him jî fizîkî ev xebat bi biryardarî berdewam e. Platforma Zimanê Kurdî aktif di nava vê xebatê de ye. Em dixwazin ku gelê me gelekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibe.

Piştî kampanya ji bona zimanê Kurdî em gelek caran pêrgî çalakî, peyam û daxuyaniyên berpirsên dewletê jî dibin. Berpirsên dewletê di pirsa zimanê Kurdî de gelek caran bi xwe re dikevin nava nakokiyan. Ya herî dawî jî me ji Wezîrê Perwerde Ziya Selçuk bihistiye. Wezîr Selçuk di bersiva xwe ya ku daye parlamenterê Sêrtê Siddik Taş de, dibêje; “Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” Mirov di van bersivan de bi rastî matmayî dimîne. Ma gelo wezirê perwerdê nizane ku îro li dibistanên navîn û hinek zanîngehan perwerdehî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din jî dibe? Ma dersên bijarte û perwerda li zanîngehan ne bi zimanê Kurdî dibe? Ma gelo ev ziman hemû ji ne zimanên dayîka ne? Ev çi sergêjekî ye? Ma tenê zimanê Tirkî zimanê dayîkê ye? Weke ku baş diyar e, her ziman bi xwe zimanê dayîkekê ye!

Wezîrê Perwerdê Ziya Selçuk bi xwe di zanista perwerdê de profesor e. Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wusa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşî raya giştî bikin. Mirovên wusa diviyabû xwedî li mafê mirovan, nirxên demokrasî û wekheviyê derkevin û li çareseriyên pirsgirêkan bigerin. Lê dubarekirina dîtin û helwestên ku bi sedsalan e Komara Tirkiyê parastine, îro bi rastî xitimîne. Ev tiştekî eşkere ye. Heta niha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareseriyên tebût pêşkêşî gelê Kurd nekirine. Di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştguh dikin.

Li beramberî van helwest û dîtinên şaş, em jî weke Platforma Zimanê Kurdî bangî gelê xwe dikin; bi hemû hêza xwe, baweriya xwe, bi parastina mafê zimanê xwe beşdarî kampanyaya zimanê Kurdî bibin. Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehiyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!

Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin