PWK: Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Amedê biryar da ku  Alayên  Kurdistanê  li Partîya me bêne vegerandin

PWK: Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Amedê biryar da ku Alayên Kurdistanê li Partîya me bêne vegerandin

.

A+A-

Sala 2022yê, bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê, polîsên Emnîyeta Amedê operasyonek li ser avahîyên PAK, PSK û  Tevgera Azadî li dar xistibûn.

Di vê  operasyona polîsên Dewleta Tirkîyeyê de, her çiqas, rêvebirên partîya me ji bo ku polîs dest daneynin ser Alayên Kurdistanê gelek li ber xwe dan jî, polîsan bi awayekî bê qanûnî dest danîbû ser Alayên Kurdistanê û hemû dokumentên li avahîya partîya me bûn. Eynî rojê, di avahîyên PSK û Herekea AazdîYê d ejî polîsan dest danîn ser Alayên Kurdistanê û dokumentên li wan herdu avahîyan.

Piştî vê operasyonê rêvebirên PAK, PSK û  Tevgera Azadîyê li Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Amedê îfade dabûn.

Rêvebirên partîya me, li serdozgerîyê,  îtîrazî vê operasyonê û dest danîna ser alayên Kurdistanê kirin. Û gotin Alaya Kurdistanê ne qedexe ye û em qedexeyeke weha nas jî nakin.

Piştî sal û nîvekê,  roja 19.04.2024ê, Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Amedê , biryara ‘’pêwîstî bi tu doze nîne’’, biryara ‘’bêtaqîbîyê’’ da û hemû Alayên Kurdistanê li rêvebirên partîya me, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK),  vegerand. Herweha bi biryara Dadgeha Amadê, alayên ku ji avahîyên PSK û Tevgera Azadîyê hatibûn berhev kirin jî li wan hatin vegerandin.

Li ser  biryara Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Amedê,  li me vegerandina Alayên Kurdistanê, wek fermî, pesind kirina wê yekê ye ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye. 

Helbete ku, her çiqas, Dewleta Tirkîyeyê, gelek caran biryarên xwe tune hesibandibe, qanûnên xwe binpê kiribe jî, bi biryara Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Amedê, li me  vegerandina Alayên Kurdistanê derfeteke girîng e.

20.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin