
PWK: Em desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezardikin
.
A+A-
Îro(24.09.2024) li Amedê polîsan bi ser avahîya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîz Pirtûkê girtine.
Hate ragehandin ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.
MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide.
Ev êrîş nagişt, berhemê dijayetî ya zimanê kurdî ne.
Em desteserkirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DER û êrîşa li ser avahiya Payîz Pirtûkê şermezar dikin. Divê hemû kesên ku hatine deteserkirin, demildest bêne berdan.
24.09.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin