Prof.Cemal Nebez: Kurdagelnamek

Prof.Cemal Nebez: Kurdagelnamek

Dîtina Destnivîsa Çavkanîyeke Gelek Giring Ji Bo Dîroka Kurd û Beluçiyan

A+A-

Ji bo bîranîna koça dawîyê ya Prof. Cemal Nebez ez dixwazim kurtîya pêşgotina wî ya ji kitêba hêja ya Axwend Mihemed Salih Zengeneyê kurdê Beluçî ya bi navê “Kurdgalnamek”ê pêşkêşî xwendevanên Rûpela Nû bikim.

Ziya Avci

KURTÎYA GOTARA SEYDAYÊ CEMAL NEBEZ LI SER KURDGALNAMEKÊ

Kurdagelnamek

Dîtina Destnivîsa Çavkanîyeke Gelek Giring Ji Bo Dîroka Kurd û Beluçiyan

Çar sed sal berîya niha Şeref Xanê Bedlîsî nivîsandina Şerefnameyê temam kirîye, bi wê berhemeke giring li ser dîroka neteweyê kurd pêşkêşî cîhanê kirîye. Vêca eger Şerefname çavkanîyeke gelek giring ya dîrokê hatîye nasîn, bêguman giringîya Kurd Gelnamekê ji Şerefnameyê ne kêmtir e. Destnivîsa Kurdgelnamekê di van salên dawîyê de li Beluçistana Pakîstanê hatîye dîtin. Venivîsa Axwend Mihemed Salih Zengeneyê kurdê Beluç bûye, di sala 1070yê k./1609-1660ê z. de hatîye nivîsandin.

Li gor vî dîroknivîsê, bingeh û eslê Beluçiyan kurd e. Nivîskar behsa pismamtîya xwe bi Hoza Biraxoyî re dike û Hoza Zengene jî beşek ji Hoza Budî hesêb dike. Herdu hozan jî nevîyên du kurên Bud [Biraxom] û Zengan dinivîse û dibêje, Bud heftemîn kurê mîrê Madê kurd bûye.

Axwend Mihemed Salih Zengene bi dûr û dirêj behsa hozên kurd ên Belçistanê dike û dibêje, Beluçî kurd bûn û ji Kurdistanê çûne Beluçistana kevin ku wî wextî navê wê Turan û Mekran bûye û li wir bi cih bûne. Ev jî di sala [853]yê berîya zayînî de bûye. Her wiha dibêje: Dema ku serokê kurdên Mad Keyqubad împaratorîya xwe li welatê Medyayê û Parsê damezirand û bi ser Afrasiya yê paşayê dewleta Turanê hakim bû, vêca Keyqubad êrîşê Belxê kirîye û kurdên Biraxoyî û Edreganê yên herêma Turan û Mekranyayê girtine. Piştre navê van herêman bûye Beluçistan û navê xelkê wê jî Beluç.

Axa Nesîrxan Ehmed Zeyî Beluç, kevnewezîrê hikûmeta Beluçistana Pakîstanê, di van dawîyan de ji bo vê berhema hêja pêşgotinekê nivîsandîye û behsa wê yekê kirîye ku Kurdgalnamek ronahîyeke bi hêz arasteyê dîroka Beluçistanê kirîye û bûye sebebê hildana wan tem û mijên li ser dîroka Biraxoyê û Beluçistanê yên ji alîyê Denys Brayê rojhilatnasê Brîtanyayê ve hatine weşandin. Nesîrxan seydayê ziman û çanda Beluçistanê di Zanîngeha Belçistana Pakîstanê de ye.  Hêjayî gotinê ye ku eynî vî nivîskarî, Nesîrxan Ehmed Zeyî Beluç, kitêbeke bi qîmet bi navê Dîroka Beluç û Beluçistanê bi zimanê orduyî nivîsandîye û li ber ronahîya Kurd Galnameyê û Dîroka Kurd û Kurdistanê ya seydayê Merdoxî Kurdistanî behsa Beluç û welatê Beluçistanê kirîye. Ev kitêb ji alîyê xwendekarekî kurd yê xwendegeha navendî ya Rewelpendê ya Pakîstanê ku navê wî Hîva Mihemed Zend e kirîye kurdîyeke gelek sipehî û rewan. Birêz Hîwa Zendî wergera xwe ji bo lênêrînê ji min re şandîye, ku bi rastî ne pêwistî destlêdanê ye.

Min jî di dema konferansa li ser Şerefnameyê de ya di 1-2/5/1998ê de li Berlînê hat çêkirin, behsa wê wergerê û Kurd Gelnameyê kir… Her wiha ez ji bo wê xizmeta mezin kirîye sipasê Hîwa Mihemed Zend dikim, hêvîya min ew e hewl û têkoşîna rewşenbîrî ya kurdan a di rêya xizmeta dîrok û çanda neteweyê kurd de bi serkeftî be.

Cemal Nebez

Mehnameya Seko
Hejmar 20, hezîrana 1998

Kurmancîya wê:

Ziya Avci

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin