Poliseke Tirk Balyozê Rûsya yê Enqerê kuşt

Poliseke Tirk Balyozê Rûsya yê Enqerê kuşt

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk li ser bûyarê got; "Ew qetilkirina Andrew Karlov ê Balyozê Rusyayê bi tûndî şermezar dikin û sersaxîyê ji malbata rehmetî û ji gelê Rusyayê dixwazin."

A+A-

Di 19.12.2016ê de li Enqerê li Beledîyeya Çankayayê li Navenda Pêşengeheka Wêneyan di dema axaftina xwe de sefaretê Rûsyayê yê Tirkiyeyê Andrey Karlov ji alîyê polisekê Tirk ve hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Qetîl jî ji alîyê polêsan ve hat kuştin.

Li gor Wezîrê Kar û Barê hundir yê Tirkiyê Sileyman Soylu navê polîs Mevlut Mert Altintaş e, 24 salî ye, ji navçeya Soke ya Aydinê hatîye dinyayê û ev 2 sal û nîv e polisê hêza çewîk e.

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di hesabê xwe yê twitterê de got; "Ew qetilkirina Andrew Karlov ê Balyozê Rusyayê bi tûndî şermezar dikin û sersaxîyê ji malbata rehmetî û ji gelê Rusyayê dixwazin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin