Polîs avêt ser şaredariya Parîsê

Polîs avêt ser şaredariya Parîsê

.

A+A-

Polîsê Parîsê di çarçova sûcdarkirina şaredara Parîsê ya di babeta ruşwet û xerckirina perê di derveyê qanûnan de, ji bo lêpirsînê avêt ser avahiya şaredariyê.

Li gor nûçeya France Infoyê; baregaha dozgeriya malî ya netewî (PNF) di çarçova lêpirsîna di derbarê şaredara Parîsê Anne Hidalgo de ku sala borî lêpirsîna doza wê destpêkiribû, avêtin ser Hotel de Ville an ku avahiya şaredariya Parîsê.

Şaredara Parîsê Hidalgo bi nivîskî ragihand ku li hemberê sûcdarkirinan ew gelek rihete û bi xwe gelek bawere. Hidalgo got ku ew bawere rastiya mijarê dê zelal bibe.

Rêxistinekî ku li hemberê bertîlan têdikoşe, giliyê şaredara Parîsê Hidalgo kiribû ku di 16ê Cotmehê û 5ê Qasimê 2023an de, li Polinezya Fransayê û Kaledonya nû di dema seredana xwe de ji bo berjewendiyên xwe û di derveyê qanûnan de ji budçê pere serf kiriye.

Li ser giliyê wê rêxistinê PNF di Qasima 2023an de di derbarê Hidalgo de dest bi lêpirsînê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin