Platforma Ked û Demokrasiyê: Em vê neheqiyê qebûl nakin

Platforma Ked û Demokrasiyê: Em vê neheqiyê qebûl nakin

.

A+A-

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Platforma Ked û Demokrasiyê derbarê girtina sîyasetmedar û sendîkavan de nerazîbûn nîşan da û got: “Em vê neheqiyê qebûl nakin”

Platforma Ked û Demokrasiyê li Amedê derbarê biryara girtina 13 sîyasetmedar û sendîkavan daxuyaniyek da.

Li ser navê pplatformê Mehmet Bozyel axivî û amaje bi wê yekê daku ev operasyon û girtin bi armanca guhertina rojeva krîzê ya li Tirkiyê tên kirin û got: “Mehane birêkûpêk ev operasyon tên kirin. Dema em li rojeva Tirkiyê dinêrin dolarek bûye 10 lîreyê Tirk. Ew jî bo vê rojevê biguherin dijî rêxistinên kedê operasyonan pêk tînin. 13 kes hatin girtin. Ev rewşeke xemgîne. Di rewşeke ku welat ew qasî hatiye cûdakirin de girtina van kesan wateyeke wê ya cûda heye.”

Li Amed û 3 bajarên din 8ê Mijdara 2021ê polîsan bi ser gelek malan de girtin û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, berpirsên HDP, DBP û ESPê jî di nav de herî kêm 18 siyasetmedar û sendîkavan hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel biryara girtina wî hatibû dayîn, li ser îtîraza parêzeran hat berdan.

 Kesên ku hatine girtin jî wiha ne:

Ji rêxistina HDPê ya Amedê Mehmet Asana, Şehmus Yavuz, Huseyîn Baran

Hevserokê HDPê yê Rezanê Nasir Yelter

Rêveberên DBPê yên Amedê Mehmet Suslu, Alî Alkan, Yasemîn Akengîn

Hevserokê ESPê yê Amedê Erkan Keskîn

Rêvebera sendîka SESê li Amedê Gulhan Tekîn

Hevseroka Egitim-Senê Arzu Koç

Endama Şaxa Jûra Endazyarên Makîne ya TMMOBê Arîn Zumrut

Hevserokê Şaxa Amedê ya Tum Bel- Senê Abdulbakî Ondeş û Endama Encûmena Dayikên Şemiyê Vesiye Yigit

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin