Plana Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê eşkere bû

Plana Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê eşkere bû

.

A+A-

Du berpirsên Tirkiyê dibêjin, “YPG bi kûrahiya 30 kîlometran venekişe, ew dê operasyoneke din ya serbazî encam bidin.”

Du berpirsên Tirkiyê dibêjin, hikûmeta wan amadekariyan dike ji bo ku  operasyoneke leşkerî bo ser hinek navçeyên  di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de ne encam bide, eger ew a ku Enqere dixwaze bi rêya danûstandinan ligel Amerîka û Rûsya neyê cîbîcîkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berî çend rojan ragihand Enqere rijd e li ser wê ku rûbrûbûyî her gefeke ji navçeyên di bin desthilata HSDê de bo ser berjewendiyên wan tê kirin. 

Roja Yekşemê 10ê Cotmeha 2021an êrîşeke bi mûşekan li dijî navçeya Ezaz çêbû û di encamê de du polîsên tîmên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin û Enqere jî dibêje ew êrîş ji aliyê şervanên YPGê ve ji navçeya Tel Rifetê ve hatiye kirin.

Roja Dûşemê 11ê Cotmeha 2021an çend mûşek li bajarokê Karkamiş ketin xwarê û berpirsên wî welatî jî di wê baweriyê de ne ku ew mûşek ji navçeya Tel Rifetê hatibin avêtin.

Derbarê vê yekê de berpirsekî Tirkiyê Îro roja Înê 15ê Cotmeha 2021an ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand “Pêwîst e ew navçe bi temamî bên paqijkiirn, ji wan jî navçeya Tel Rifat ku berdewam ji wir ve êrîş li dijî me tên encam dan.”

Ew a ku peywendî bi egera dem û xwezaya bi operasyona Tirkiyê ve heye tiştek wiha nayê zanîn.

Ew berpirsê Tirkiyê dibêje, “Di dawiya vê mehê de û di çarçoveya Lûtkeya 20ê de li Romaya Paytexta Îtalya Recep Tayip Erdogan û Joe Biden dicivin û di civînê de Serokkomarê Tirkiyê wê pirsê ligel Serokê Amerîkayê gotûbêj dike.”

Berpirseke din yê Tirkiyê derbarê wî babetî axivî û got, “Pêwîst e şervan ji navçeyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan vekişin ji bo ku Tirkiye jî operasyona xwe ya leşkerî pêkneyne.”

Wî berpirsê Tirkiyê ragihand, “Piştî ku Erdogan derbarê wê mijarê de ligel Biden axivî, dê heman pirsê ligel Viladimir Putîn jî gotûbêj dike.”

Herwiha ew berpirsê Tirkiyê dibêje, “Eger hat û bi rêyên dîplomasiyê bê encam man û PYDê ew navçe bicihnehêlan, wê demê bi piştrastî dê  wê operasyonê encam didin.” Mebesta wî berpirsê Tirkiyêl pêk tê ji “Tel Rifat” û “çend navçeyên din.” 

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro jî careke din li dijî Rojava gef xwar û got, “Têkoşîna me dê  ji niha şûnde bi awayek cuda berdewam bike. Em dê ji bo têkoşîna li dijî van rêxistinên terorî, hêzên  Amerîkayê yên  li wir  naskirî û hêzên rejîmê çi pêwîst bebikin. Em li ser vê yekê bi biryar in."

Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.

Di Çileya 2018an de jî wan hêzan êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew navçeya Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser de girtin.

Til Rifet xwedî girîngiyeke stratejîk e

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin