
Pirtûka nû ya Dr. Ebdilmecîd Şêxo derket
.
Li Berlîna paytexta Almanyayê, Weşanxaneya Sersera ku ji aliyê Dr. Beşar Mistefa ve tê birêvebirin, pirtûkeke nû ya lêkolînerê Kurd Dr. Ebdilmecîd Şêxo bi sernavê "Rolên Jîn. Roja nû. Ronahî di Pêşketina Bizava Çanda Kurdî de" weşand.
Ev berhema ku encama kedeke dirêjdem e, bi awayekî zanistî li ser bandor û girîngiya sê weşanên dîrokî yên Kurdî disekine û tê çaverêkirin ku bibe jêdereke girîng ji bo lêkolînên rojnamegeriya Kurdî.
Pirtûka Dr. Şêxo lêkolîneke zanistî ye ku bi kûrahî li ser girîngî û bandora rojname û kovarên Jîn, Roja Nû û Ronahî disekine.
Armanca sereke ya lêkolînê ew e ku ronahiyê bixe ser rola van kovaran di geşedana çand, wêje û zimanê Kurdî de di qonaxên cuda yên sedsala 20an de.
Nivîskar di pirtûkê de bi metoda akademîk û li ser bingeha belge û jêderên pêbawer, şîrove dike ka van kovaran çawa kariye di warê parastina ziman, standartkirina nivîsîna Kurmancî ya latînî, geşkirina wêjeyê û hişyarkirina hesta neteweyî de roleke hîmdar bilîzin.
Lêkolîn nîşan dide ku van kovaran ne tenê wek weşanên demkî lê wek dibistan û navendên çandî yên girîng kar kirine, rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd li dora xwe kom kirine û bi vî awayî bandoreke mayînde li ser nifşên piştî xwe hiştine.
Mijarên wekî naveroka siyasî, çandî û wêjeyî ya her kovarekê, astengiyên li pêşiya wan û profîla nivîskarên ku tê de dinivîsandin, bi hûrgilî hatine vekolîn.
Jîn, Roja Nû û Ronahî
Lêkolîn li ser sê weşanên navdar ên dîroka çapemeniya Kurdî hûr dibe ku her yek ji wan di qonaxeke taybet de bûye neynika bizava çandî û siyasî ya Kurdan:
Jîn: Yekemîn hejmara kovara Jîn di sala 1918an de li Stenbolê di bin serpereştiya "Komeleya Pêşketina Kurdistanê" de derket. Ev kovar di demekê de ku Împeratoriya Osmanî hildiweşiya û tevgerên neteweyî geş dibûn, bû dengê rewşenbîr û welatparêzên Kurd. Jîn bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Soranî) û Tirkî dihate weşandin û di warê siyasî, çandî û wêjeyî de roleke dîrokî lîst.
Roja Nû (1943 - 1946): Rojnameya Roja Nû bi zimanê Kurdî û Fransî dihat weşandin. Roja Nû di bin serpereştiya Kamîran Bedirxan de li Beyrûtê dihat çapkirin. Weşana wê hevdem bû bi geşbûna navendên rewşenbîrî yên Kurdan li Sûriye û Libnanê û di warê rojnamegeriya nûjen a Kurmancî de pêngaveke girîng bû.
Ronahî: Kovara Ronahî jî di sala 1942an de li Şamê ji aliyê Celadet Bedirxan ve hat derxistin û weşana xwe heta sala 1944an domand. Ronahî wek berdewamiya kovara Hawarê tê dîtin û di warê standartkirina alfabeya latînî ya Kurdî û pêşxistina zimanê wêjeyî yê Kurmancî de roleke sereke lîst. Tê de gelek nivîsên wêjeyî, helbest, çîrok û lêkolînên girîng hatin weşandin.
Dr. Ebdilmecîd Şêxo
Sala 1951ê li Efrînê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya bilind di warê rojnamegeriyê de li Zanîngeha Lenîngradê (niha St. Petersburg) kuta kiriye. Di sala 1988an de teza xwe ya doktorayê li ser "Rola kovara Komkarê di Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de" amade kiriye. Ezmûna wî ya pratîk di warê rojnamegeriyê de berfireh e, ew yek ji damezrînerên rojnameya Newroz (1995) bûye, her wiha endamê desteya nivîskaran a kovara Pirs (1993) û sernivîskarê kovara Penûs (2000) bûye.
Heta niha 24 berhemên wî yên çapkirî hene ku ji lêkolîn, helbest û wergeran pêk tên. Hin ji berhemên wî yên din ev in: Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê (Dîrok - Rêxistin - Siyaset) (2003) û wergera pirtûka Prof. Qanatê Kurdo, Dîroka Lêkolînên Zimanê Kurdî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin