Pêngava yekem bo avakirina Devera Aram li Suriyê hat avêtin

Pêngava yekem bo avakirina Devera Aram li Suriyê hat avêtin

Hêzên Suriya ya Demokrat (HSD) ji devera Girê Sipî li ser sinûrê Tirkiyê vekişan û hêzeke Hevpeymanan li şûna wan cihgîr bûn.

A+A-

Hêzên Suriya ya Demokrat (HSD) ji devera Girê Sipî li ser sinûrê Tirkiyê vekişan û hêzeke Hevpeymanan li şûna wan cihgîr bûn.

Riwangeha Suriyê bo Mafên Mirovan ragehand: Weka amadekarîyek bo cîbicîkirina Devera Aram li bakûra rojhelata Suriyê, Hêzên Suriya Demokrat (HSD) karên çeperlêdan û tundkirina enîya şer li derdorê bajarê Serê Kanîyê ragirtine û hêzên xwe ji devera Girê Sipî li ser sinûrê Tirkiyê vekişandine bo bajarê Reqe.

Riwangeha Suriyê aşekera jî kirîye, hêzên Hevpeyamên Nêvdewletî li dijî Daişê li şûna HSDyê li ser sinûrê Tirkiyê akincî bûne.

Berê jî,  xilosî Akar, wezîrê berevanîya Tirkyê ragehandibû, qonaxa dûyem a Devera Aram li bakûra Suriyê kevte di qonaxa cîbicîkirnê de û di çend rojên dahatî de şandeke serbazîya Emerîka û Tirkiyê li ser evê pirsê li Enqere dicivin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin