
PDK û YNK li ser postê Serokkomar dicivin
.
Şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Bexdayê ji bo lihevkirina li ser namzedê Serokkomariya Iraqê civiyan.
Jêderekî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, berpirsên PDK û YNKê îro 11ê Nîsanê li mala Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên hatine cem hev. Mijara sereke ya vê civînê, gotûbêjkirina li ser namzedê Serokkomariya Iraqê û gihîştina rêkeftineke dawî ya di navbera her du aliyên Kurdî de ye.
Parlamento li benda hilbijartinê ye
Ev civîna PDK û YNKê di demekê de ye, biryar bû îro Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomar rûniştineke taybet lidar bixe. Hilbijartina serokkomar li Iraqê pêvajoyeke destûrî ye û li gorî madeya 70emîn a Destûra Iraqê tê meşandin.
Piştî ku Serokkomar hat hilbijartin, li pêşberî parlamentoyê sûnda yasayî dixwe. Paşê di nav 15 rojan de, serokkomar namzedê mezintirîn fraksiyona parlamentoyê radisperê da ku hikûmeta nû ya Iraqê ava bike.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin